Ji ber nêçîrvanan 20 gund bêceyran man
Li Êlihê ji ber ku nêçîrvanan li ser çûkên ku xwe li ser têlên ceyranê danîbûn de bi tifingan gulereşandin xeta ceyranê ya 20 gundan qut bû.
Hat ragihandin li Êlihê xetê enerjiyê ya ku jê ji 20 gundan re ceyran dihat dayîn di nava 2 rojan de ji 3 cihên cuda qut bû. Ji ber ku têlên ceyranê qut bûn 20 gund bê ceyran man.
Di encama lêkolîna ku ji teref ekîbên Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê ve hat kirin de derket holê ku ji ber ku nêçîrvanan li ser çûkên ku xwe li ser têlên ceyranê danîbûn de bi tifingan gule reşandine têlên ceyranê qutbûne. Piştî ekîb têlên qutbûyî bi hevdû ve kirin re cardin ceyrana 20 gundan hat berdan.
Birêverbirê Kompanyaya Pergala DEDAŞê Bîlal Altunç di derbarê mijarê de destnîşan kir bûyer li mewqiya gundika Esentepeya gundê Dollucayê pêk hatiye. Altunç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku nêçîrvanan li ser çûkên ku xwe li ser têlên ceyranê danîbûn de bi tifingan gule reşandin têlên xeta ceyranê ya 20 gundan pêşî lawaz bûn û dû re jî ji ber berf, cemed û bahozê qut bûn.” (ÎLKHA)