• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Qur'ana Kerîm avêtin çopê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Êlihê xebatkarê ajanseke ku tê zanîn nêzî FETO ye  gelek Qur’an û gelek kitêbên ku aîdî Fethullah Gulenî ne da dergevan da ku bavêje ku ev Qur’an û kitêb di konteynireke çopê de hatin dîtin.

Di wextên êvarî de ji teref welatiyan ve di çopa ku li ber Yilmazlar  Centerê ye gelek Qur’an  hatin dîtin.

 Salih Akbulutê ku ji şahidên bûyerê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir  dema ku ew û welatiyên derdorê dema ku van kitêban di çopê de dîtine ecêbmayî mane. Akbulut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez hîn bûn ev kitêbên aîdî Fethullah Gulen û Qur’anên Kerîm ji teref dergevanê avahîya kêleka ba Yilmazlar Center ve hatine avêtin. Dema ku min sedema avêtine ji dergevan pirsî  ji min re got ku kitêb ji teref rayedarên Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ve hatine dayîn da ku ew wan bavêje çopê. Her wiha dergevan diyar kir  li ba wî 10 çûwal kitêb hene û jê xwestine ku vanan bavêje.”

Akbulut di berdewama axavtina xwe de diyar kir Qur’anên Kerîm welatî Qur’anan danîne mizgeftê.

 Hat hînbûn rayedarên Ajansa Nûçeyan a Cîhanê yên ku vê karê xirab û kiret dane kirin piştî ku kitêban sipartina dergevan buroya xwe ya di avahiyê de girtine.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir