• DOLAR 32.585
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2459.926
  • ...
Niştina 12emîn a Doza Yasîn Boru dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li gel kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de gel derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Niştina 12 emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de dihatin darizandin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê  dest pê kir.

Di îdianameya dozê de 19ê wê girtî bi tevahî 41 bersûc tên darizandin û di idîanameyê de tê diyarkirin ku di 7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yusuf Er, Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKê ve dûçarê êrîşê bûne.

Xizmên kesên ku hatine qetilkirin, parêzerên muştekî û bersûcan têketin salonê.  Her wiha hat dîtin Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û berdevkê partiyê Mehmet Yavuz ji bo ku dozê bişopînin têketin salonê. (ÎLKHA)




 

Bu haberler de ilginizi çekebilir