"Welatên Îslamî dikaribûn 'Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê' pêk binîn"
Yrd. Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanliogluyê ku hevdîtinên li Astanayê nirxand destnîşan kir hevdîtin ji ya xirab çêtirtir e û ger ku welatên Îslamî karibûn 'Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê' pêk binîn dikarin çareseriyê bînin.
Di van rojên borî de 2 rojan di derheqê agirbesta mayînda ya li Sûriyê de muxalif, rejîm û çend welatên din li Astanaya Kazakîstanê hatin ba hev û hevdîtinan kirin. Yrd. Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanliogluyê Midûrê Navenda Lêkolînên Siyasal a Zanîngeha Dîcleyê di derbarê van hevdîtinên ku li Astanayê hatin kirin de nirxandinan kir û destnîşan kir hevdîtin ji ya xirab çêtirtir e, tu kes di şer de qezenc nake û ji bo aştiyê agirbesteke demkî şert e.
“Ew çareseriya ku dê welatên Îslamî dîtibana dê bigihaştibana Yemen û Libyayê”
Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de nirxandina xwe ya di derheqê hevdîtinan de wiha domand: “ Xwezî ji dêla Civîna Astanayê de ‘Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê’ ya ku di serî de Îran û Tirkiyê û her wiha Misir, Erebîstan, Qatar û welatên din Îslamî tê de hebena hatibana pêk anîn dê ev çareseriya Sûriyê ya vê ‘Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê’ dê gihaştibana Libya û Yemenê jî. Ger ku ev hatibana kirin dinyaya Îslamê dikaribû mişkîleyên xwe di nav xwe de çareser bikiribana.”(ÎLKHA)