• DOLAR 32.556
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2443.822
  • ...
 "Dema ku fêm kirin dê birayê min bimre wî berdan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ehmed Şahîn jî weke wan kesên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne ji teref ‘rêxistinên paralel’ ên mîna FETO ve di sala 2000an de di wê pêvajoya ku tê de fermana Mislimanan hatibû dayîn de hat girtin û jê re 35 sal ceza hat dayîn. Malbata Ehmed Şahînê ku ji teref rêxistina paralel ve hatibû girtin qala bêhiqûqiyên ku 35 salan li wan hatin kirin kir. Malbat destnîşan kir Ehmed Şahîn di sala 2001an de li Stenbolê hat girtin û di girtîgehê de bi nexweşiya qenserê ket, dema ku hat fêmkirin dê Ehmed bimre wî di sala 2009an de bişert tehlîyekirin û piştî ku 3 meh ji ser tahliyekirina wî derbas bû re Ehmed ji ber êşa xwe jiyana xwe ji dest da.

Malbat di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Ehmed Şahîn ji ber îhmalên îdare û doxtorê girtîgehê wefat kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kirin: “Mehkûmên nexweş ên din jî berî ku bimrin divê ji girtîgehê bên derxistin.”

 “Gelek îşkence hatin kirin”

Davud Şahînê ku kekê Ehmed Şahîn e di derbarê birayê xwe yê ku ji ber êşa qenserê wefat kir de destnîşan kir di encama lêkolînên ku hatin kirin de derket holê ku  ji ber ku baş nehatiye tedawîkirin û ji ber ku tedawiya wî dereng hatiye kirin  êşa qenserê li temamê bedena wî belav bûye. Şahîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez û birayê min Ehmed di serê sala 2001an de ketin girtîgehê. Dema ku em ketin girtîgehê 17 rojan gelek îşkence li me kirin. Dû re me şandin Girtîgeha Tîpa Dyê ya Diyarbekirê. Birayê min Ehmed gelek li ser xwe bû û bi sihhet bû. Ji ber tiştên ku di girtîgehê de qewimîn bûn sedema tiştinan neyîn. Piştî demeke nexweşiya mîdê pê re peyda bû.”

 “Di girtîgehan de neheqî, zilm û garabet heye”

Şahîn di berdewama axavtina xwe  de diyar kir  digel ku birayê ji doxtor re gotibe nexweşiya wî lê zêde dike jî  doxtor wî sewqî nexweşxanê nekiriye û ji dêla vê yekê ve jê re îlaç nivîsandiye; piştî ku nexweşiya wî lê zêde kir û rewşa wî xirab bû re wî sewqî nexweşxanê kirin. Şahîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku hinekî hat tedawîkirin re wî sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê kirin. Min bi xwe wî bir wê derê. Li wê derê di encama tehqîq û lêkolînên ku hatin kirin de eşkere bû ku nexweşiya wî gelek zêde lê zêde kiriye û nikare bi vî halî di girtîgehê de bimîne.  Ji ber vê yekê cezaya wî dan sekinandin. Ev tê çi manê? Yanî dema ku baş bû ew ê dîsa cezaya xwe bidomîne. Neheqî, zilm û garabeteke wisa di girtîgehan de heye. Piştî vê qerarê birayê min şandin malê. Birayê min ê ku li ser xwe bû roj bi roj diheliya û piştî sê mahan wefat kir.”

 “Birayê min ji ber îhmalkariyê wefat kir”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mehkûmên ku di girtîgehê de nexweş dikevin ne xema tu kesî ye, pêwîst e dewlet ehemiyetê bide mehkûmên di girtîgehan de wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Girtîgeh helîna nexweiyan e. Dema ku tedawî neyê kirin, dermanên baş neyên dayîn nexweşî zêde dibe. Mixabin ji ber ku birayê min di girtîgehê de hat îhamlkirin di demeke kurt de nexweşî li tamamê laşe wî belav bû ev nexweşî bû sedem ku wefat bike. Xanima wî bî ma û 4 zarokên wî êtîm man. Sûceke wî tenê hebû ku ew jiyana Îslamî bû. Birayê min ji ber îhmalkariya girtîgehê wefat kir. Di roja me de jî hêj di girtîgehan de heman mexdûriyet berdewam dikin.”

 “Ger ku berî niha li ser nexweşiya wî hatibana sekinîn nexweşiya wî ew qas lê zêde nedikir”

Fatma Şahînê ku xanima Ehmed Şahînî ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Zilamê min di girtîgehê de nexwşe ket û pê eleqedar nebûn û ji ber vê yekê jî nexweşiya wî lê zêde kir. Zilamê min her çi qas ji îdareya girtîgehê re digot ‘ez xwîn dikuximî min bibin nexweşxanê’ tu kesî lê guhdar nekir. Zilamê min dema ku ket girtîgehê ne nexweş bû, li wê derê gelek îşkence lê hatin kirin. Dibe ku ji ber îşkenceyan nexweş ketibe. Piştî demekê ji nexweşiya wî wefat kir. Îdareya girtîgehê dema ku dît nexweşî lê zêde kiriye wî serbest berdan. Ger ku berî niha li ser nexweşiya wî hatibana sekinîn nexweşiya wî ew qas lê zêde nedikir.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir