• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di qadên valakirina molozan de xetera mezin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 6 taxan de ji ber ku zêde xisar çêbûye xebatên rakirina molozan didome. Ji ber xurdefiroş dema ku qamyon molozan vala dikin hewl didin xurde berhev bikin bi xetyeriyên mezin re rû bi rû dimînin.

Li taxên Zeynel Abîdîn û Kişlayê yên ku qedexeya derketina derve didome berhevkirina xerakirina avahiyan qedyaye. Li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê jî hema hema xebatên rakirina molozan biqede.

Molozên ku ji taxên bi xisar tên berhevkirin di hawîrdora mintiqa gel dijîn de tên valakirin. Di nav molozên ku tên berhevkirin de geh geh teqemenî diteqin. Di encama van teqînan de însan dimirin. Lê digel vê yekê dîsa kesên ku xurde berhev dikin ji vir dûr nabin. Ev yek jî dide nîşandan ku di gel teqînan tedbîrên ewlehiyê kêm in.

Wekê ku tê zanîn çend meh berê 2 zarokên ku li heman qadê hewl didan xurde berhev bikin di encama teqîna teqemeniyê de jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir