Seroka Şaredariya Nisêbînê hat binçavkirin
Di operasyonên ku li Nisêbînê li dijî PKKê hatin kirin de Seroka Şaredariya DBPyî ya Nisêbînê hat binçavkirin.
Li navçeya Nisêbîn Mêrdînê di bergeha operasyonên PKKê yên ku berdewam dikin de Seroka Şaredariya DBPyî ya Nisêbînê Sara Kaya hat binçavkirin. Digel vê binçaviyê hejmera kesên ku di operasyonên PKKê de hatin binçavkirin bû 12.(ÎLKHA)