• DOLAR 32.576
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2435.713
  • ...
"Heke esnaf dikanên xwe bigrin diyar dibe ku mexdûriyet hêj berdewam dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STK û karsaz balan kişandin li ser girtina dikanên li Sûrê û diyar kirin ew daxuyaniyên ku ji teref  rayedarên mehelî û yên hikûmetê ve  di warê çareserkirina mexdûriyetan de  hatine dayîn rastiyê nîşan nadin û ew veberhênana ku hatiye kirin ne ji bo esnafê Sûrê û ji bo ax û keviran hatiye kirin.

Serokê Giştî yê HAKSÎADÊ Remezan Azboy di derbarê mijarê de destnîşan kir di warê çareserkirina mexdûrîyeta esnfan de geşedanên erênî çêbûnê lê hêj mexdûrîyeta dikandaran nehatiye çareserkirin. Azboy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rayedarên hikûmetê û walî di daxuyaniyên ku dan de destnîşan kirin ku mexdûriyet  hatine çareserkirin, encax lê ev daxuyanî li gor çi hat kirin, em nizanin.”

“Li Sûrê ji bo dikandaran veberhêner nehat kirin”

Azboy di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li Sûrê ji bo ax û kevir veberhêner tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê ji bo esnafan veberhênereke ciddî nehatiye kirin. Tiştê ku em dizanin ji bo dikandaran tenê 3 hezar lîre alîkarî hatiye kirin. Her wiha tê gotin ji Odeya Sanatkar û Esnafan kesên ku du kefîlan binî dikare  50 lîre kredî bistîne. Lê di warê vê krediyê de tu îcraat nehatiye kirin.”

Azboy di berdewama axavtina xwe di derheqê alîkariya ku ji teref KOSGEBê ve hatiye kirin de destnîşan kir li temamê welêt 15 hezar kes ji KOSGEBê îstîfade kirine, lê li Diyarbekirê tenê ji 140 însanî re alîkarî ji teref KOSGEBê ve hat kirin. Azboy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelo di nava van 140 însanên ku ji KOSGEBê alîkarî wergirtine de kîjan ji wan esnafê Sûrê ye? Min kîjan esnafê Sûrê dîtibe ew ji KOSGEBê îstîfade nekiriye. Ger ku esnafê Sûrê ji KOSGEBê îstîfade nekiribe kî ji vê yekê îstîfade kir? Ew ê halê tuccarên me çi bibe? Gelek esnafên ku ji dewletê alîkarî nedîtin ji navçê koç kirin. Ji ber vê yekê divê rayedarên hikûmet û dewletê ji vê yekê re çareyekê bibînin. Ger ku îro li Sûrê dikandar dikanên xwe bigrin tê fêmkirin ku mexdûriyet hêj berdewam dike. Divê ev mişkîle bên çareserkirin.”

 “Me ne alîkarî ne deyn û ne jî hîbe wernegirt”

Karsaz Remezan Çîçekê ku li nava Sûrê tuccar bû û ji ber pevçûnan dev ji tuccartiyê berde di derbarê mijarê de destnîşan kir ji bo mişkîle bên çareserkirin ew bi rayedarên li Enqerê re hevdîtin kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelek hevalên me îflas kirin û gelek ji wan jî li ber îflasê ne. Em bi alîkariya naskirî û dostan hewil didin li ser piyan bisekinin. Gelek soz hatin dayîn , lê me dît ku tev xewn û xeyalan in. Em nizanin hikûmet çi dike. Me ne alîkarî ne deyn û ne jî hîbe wernegirt.”

Çîçek di dawiya axavtina xwe de daxwaz kir sozên ku hatine dayîn bên cîanîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji hikûmetê dixwazin bila sozên xwe bi cî bînin. Ev salek derbas bû, êdî bila tiştinan bikin. Pereyê ku di wextê wê de nayê tu feydeya wê nîne. Piştî ku zilam îflas kir û mir re ew ê çi feydeya we çêbibe? Hemd ji  Xweda re em bi şiklekî îdare dikin. Encax mexdûrîyeta me  çareser kiribana dê baştir bûbana. Gelek esnafê Sûrê dikanên xwe girtine. Kesê ku di KOSGEBê de zilamê wî hebe dikare alîkarî bistîne, lê yê ku tunebe gelek şert û mercan dideynin li berê û nahêlin bistîne. Em bendewar in ku ev mexdûriyet bê rakirin.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir