• DOLAR 32.53
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2436.363
  • ...
Di operasyonên PKKê de 15 mamoste hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat raginandin di operasyonên ku li navçeya Qosera Mêrdînê li dijî PKKê hat lidarxistin de 15 mamoste bi hinceta ku gor telîmata ‘devberdana ji karê’ û ‘propexendekirina PKKê ya di medyaya civakî’ hatin binçavkirin.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin ji teref Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ve bi hinceta ku mamoste gor telîmata ‘devberdana ji karê’ hereket kirine û her wiha di medyaya civakî de propexendeya PKKê kirine dest bi lêpirsînê kiriye.

Hat destnîşankirin ku di operasyonên ku li navçeya Qosera Mêrdînê li dijî PKKê hat lidarxistin de 15 mamoste hatine binçavkirin. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir