• DOLAR 32.556
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2448.464
  • ...
Qîzika biçûk a Helebî li benda tedawîkirinê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vefa Şemoya 11 salî ya ku qîza malbata Sûriyeyî ye digel malbata xwe berî vê 4  salan ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê  ji welatê xwe koç kir û hat li Diyarbekirê bi cî bû. Vefaya 11 salî a niha pê re nexweşiya romatîzmayê heye  û nikare tedawî bibe. Lewra aboriya malbata Sûrriyeyî qet nebaş e ku qîza xwe bidin tedawîkirin.

Malbat di derbarê rewşa qîza xwe de destnîşan kir ev 2 sal e hinek xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê dermanên qîza wan tedarik dikin û ger ku qîza wan neyê tedawîkirin dibe ku heta dawiya emrê xwe qîza wan di nav dest û piyan de bimîne.

Gokhan Îşîtmanê ji xwendevanên ku ji malbatê re alîkarî dike ye di derbarê  mijarê de wiha axivî: “Ez û hevalên xwe me ji bo malbatê di nav xwe de pere top kir. Me ji wan re erzaq stand. Dema ku me ji wan re alîkariya erzaqê kir ji me re gotin ku qîzeke wan a nexweş heye. Em jî rabûn hatin vê derê. Dema ku me zarokên nexweş dît me wan bi lez bir nexweşxanê. Doxtor ji me re got ku nexweşiya wê lê zêde kiriye. Ev du sala ku em îlacên wan tedarik dikin. Malbat ji ber şer bi zarokên xwe re eleqedar nebûye û nexweşî li wan zêde kiriye. Ji ber ku tu naskiryên wan li Diyarbekirê tuneye zarok di vî halî de maye. Kabikên zarokê îltîhab girtiye  û ji ber vê yekê jî nikare dest û piyên xwe hereket bike. Ji ber vê yekê jî di nav dest û piyan de ye.”

Îşîtman di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir sermiyanê malê bi berhevkirina naylonan hewil dide debara malbata xwe bike  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin birayên me Sûriyeyî bi vî şiklî hewil didin bijîn. Dema ku li welatê me û li dinyayê qala Sûriyeyiyan tê kirin hema têgeha ‘parsekê’ tê bîra mirovan. Di ya rastiyê de ev yek ne wisa ye. Birayên me yên li vê derê parsektîyê nakin. Debara xwe bi berhevkirina naylonan dikin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir