• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Bêçaretiya malbata ku mala wan hertim bi xwe dişewite
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Taş a 6 kesî ya ku li navçeya Eyyubiyeya Rihayê îqamet dike diyar kir ku çendîn sal e ji ber sedemên ku nayê zanîn şewat di mala wan de derdikeve.

Malbata Taş 4 sal berê çû navçeya Erzîna Hatayê û li wir sitirî. Di mala wan de ji ber sedemên ku nayên zanîn şewat derket. Malbata Taş a ku li pey hev mala wan şewitî ji ber ku avahiyek nekarî avahiyekî kirê peyda bike dûbare hat di avahiya li navçeya Eyyubiyeya Rihayê ya bavê xwe de sitirî.

Mala malbatê ya ku di Kûçeya 3212yê ya Taxa Şeyh Maksût de ye dûbare dem dem ji ber xwe agir pê ket û êdî nayê bikaranîn. Malbat diyar kir ku helwesta rêvebirên dewletê, tîmên vekujê û yên cîranên wan mirov narahet dike.

Faruk Taş (48) diyar kir ku li Erzînê mala wî di sala 1999an de geh geh şewitiye. Dûvre Taş wiha diyar kir: “Ez çûm kîjan deriyê li rûyê min girtin. Di qeymeqamtî, walîtî û vekujê de raporên min hene. Li wir tu tiştekî min nemaye. Bes em man. Min malbata xwe ji Hatayê girt û ez hatim Rihayê. Em hatin vira. Çend roj em çûn mala cîranê xwe mala wan jî şewitî. Avahiyekî nelihevhatî ya ku ji bavê min ji me re mabû hebû. Me mala xwe bir wira. Lê li wir jî şewitî. Xweda ji wan razî bibe cîranan livîn dan me.”

“Walîtî min şand tixtorê psîkyatriyê”

Taş diyar kir ji bo ku pirsgirêka wî were çareserkirin ew çûye walîtiyê. Lê walîtî berê wî daye tixtorê psîkyatriyê. Dûvre Taş axavtina di derbarê mexdûriyeta xwe de wiha domand: “Min ji walîtiyê re got ku ez ji bo perê neçûme wir. Heke tu pere bidî jî dê bişewite. Dema ku min got ‘Ez lava dikim çereseriyek ji pirsgirêka mala me re bibînin.’ berê min dan tixtorê psîkyatriyê. Ez ji wir derketim. Çûm qelema taybet. Ji min re gotin ‘bi hezaran însanên wekê te tên vira. Hûn bac nadin.’ Min got ji xwe hûn bacê dibirin. Cakêtekî min heye. Heke dê dewlet bi vî xelas bibe ez vê jî bidim.’ Hinek kesên ku ji min bawer kirin û yên bawer nekirin derketin.”

“Vekuj bê av tê mala me”

Taş destnîşan kir ku wî pirsgirêkê ji mixtar re gotiye lê mixtar ehemiyetê nedayê. Dûvre Taş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Jiyana me wiha didomiya û 3 sal şewat derneket. Lê 2 roj berê dûbare ev şewat dest pê kir. mala me ji bilî ve şewitî. Derdê min mala min û canê min nîne. Ez dixwazim bila alim an îlahiyat nasek ê ku dê min ji vê derdê xelas bike bibînim. Mala min çendîn car şewitî lê tu kesî ji rêvebirên dewletê nehat negot bibe kefaretê gunehan. Vekuj bê av tê mala me. Ez bi derfetên xwe agirê vedimirînim.”

 “Mala me ji ber xwe dişewite”

Belkis Taş (47) bang li rêvebiran kir da ku alîkariya wan bikin. Dûvre Taş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mala me ji ber xwe dişewite. Di odeyên ku em tê de nînin derdikeve. Em ji nîşka ve dibînin ku di odên din de şewat derdikeve. Hinek cîranên me dibêjin ji ber xwe dişwite. Hinek dibêjin zarok wisa dikin. Bila zarok bişewitîne. Gelo her wext dişewitîne. Heke cîranên me nebûna dê em li derve bimanîna.”

Salîha Taşê 18 salî diyar kir ku ji ber şewatê derûniya wê xerab bûye. Dûvre Taş wiha axivî: “Mala me bi xwe dişewite. Herkes dibêje hûn dişewitînin. Nizanin ku em bêçare ne. Vê zivistana sir û seqem kî mala xwe dişewitîne? Em vê zivistanê li derve mane. Bavê min nexweş e. Naxebite. Em ketine derdê vê yekê. Her kes dibêje ew bi xwe dişewitînin. Derûniya me xera bûye.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir