• DOLAR 32.558
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2447.868
  • ...
"Bi piyangoya neteweyî însan tên îstîsmarkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alim û gel di derbarê lîstikên xumarê yên ku di bin navê ‘Pîyangoya Neteweyî’ de tên lîstin daxuyanî dan. Alîkarê Serokê Yekitiya Medrese û Aliman (Îttîhad’ul Ulema) Mehmet Şenlîk û Diyarbekiriyan  destnîşan kirin ku bi tiştên wiha wek madî û manewî însanan tên îstîsmar dikin. Ji ber vê yekê wan diyar kirin pêwîst e ku rêvebir demildest bidin sekinandin.

Alîkarê Serokê Yekitiya Medrese û Aliman (Îttîhad’ul Ulema) Mehmet Şenlîk û Diyarbekiriyan destnîşan kirin tiştên wiha însanan wek madî û manewî îfsad dikin. Ji ber vê yekê hewce dike ku desthilatdar û rêvebir demildest vê yekê bidin sekinandin.

Alîkarê Serokê Yekitiya Medrese û Aliman (Îttîhad’ul Ulema) Mehmet Şenlîk ayeta “Ey kesên xwedîbawer! Eraq, xumar, put û zarên ku ji bo qismet tên avêtin hemî karên şeytanê ne, hemî murdar in. Ji ber vê yekê hûn xwe ji van biparêzin ku hûn xelas bibin.” anî bibîranîn. Dûvre diyar kir ji bo ku însan xelas bibin ji van xwe biparêzin.

Şenlîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi pîyangoya neteweyî gelek însan tên îstîsmarkirin. Bexşekî qezenca ku ji bilêtan tê bidestxistin wek prîm an jî şans tê dayîn. Vê perê jî bi xwe distînin. Ji vê perê him îdareya pîyangoyê û him jîm dewlet qezenc dike. Tew jê re dibêjin ‘Mîllî Pîyango’. Yanê neteweyî. Ev neteweyî ye? Li kû derê vê neteweyî ye? Tiştekî wiha çawa neteweyî tê hesibandin?”

“Mîllî Pîyango malan kambax dike”

Şenlîk diyar tu tişt namîne ku nayê serê dabaş telîhgeran û pîyangoya neteweyî malan kambax dike û dûvre jî hestên însanî ji holê radike. Ji ber vê yekê wî wek şîret û pend diyar kir divê mirov ji tiştên ku Xweda heram hesibandiye dûr bisekinin.

Şenlîk diyar kir ku ji dewra Komarê pê ve ev tetbîqkirina pîyangoya neteweyî heye. Dûvre Şenlîk wiha pê de çû: “Li welatekî Misliman rejîm laîq e. Rejîma Kemalîst ji bo ku vê gelê Misliman ji dînê dûr bike pîyango û tiştên wekê piyangoyê meşrû kiriye. Ev rewş hêj jî didome.”

Murat Çinarê ku bi firotina tizbeyan aboriya xwe temîn dike wiha pê de çû: “Eşkereye ev xumara ku dînê me qedexe kiriye bûye sedema xerabûna gelek malan. Ev yek xweş ninin ku bi destê dewletê tê kirin. Aqubeta kesên ku bi şiklekî heram pere berhev dikin baş nabe.”

Ji welatiyan Recep Ors û Azîz Efe jî di derbareyê ku wan qet pîyangoya neteweyî nelîstine. Her wiha wan wek şîret diyar kirin bila gel ji rêyên helal pere qezenc bikin. (ÎLKHA) 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir