Peywirdar tayînî li Şaredariya Baykanê hat kirin
Ji teref Wezîrê Karên Hundir ve Qeymeqamê Baykanê wek peywirdar tayînî Şaredariya Baykanê hat kirin.
Di şûna Serokê Şaredariya Baykanê Alî Aydinê ku di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Baykanê ve hatibû destpêkirin de hatibû girtin de Qeymeqamê Baykanê Mehmet Kocabey wek peywirdar hat tayînkirin. (ÎLKHA)