• DOLAR 32.569
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2440.517
  • ...
Êrîşên li dijî buroyên ENKSê berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa ENKSê ya li Dirbêspîyê hat şewitandin.Hêj di derbarê kesên ku vê êrîşê kirine de tu daxuyanî nehatiye dayîn, lê belê her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan koma çekdar a ku girêdayê PYDê ye  êrîş biribû li ser ofîsa ENKSê ya li Amûdê.Di êrîşa ku li ofîsa ENKSê hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat, lê belê ofîs seraser şewitî.

Di wan rojên borî de komên çekdar ên ku girêdayê PYDê ne êrîş biribûn li ser xwepêşana ku ji teref siwîlan ve li Amûdê hatibû kirin  û dû re êrîş li ofîsên ENKSê hatibûn kirin.Di êrîşên ku hatibûn kirin de ala Kurdistanê hatibû şewitandin û ev yek di raya giştî de bûbû sedema bertekên tund.

HUDA PAR jî ji van êrîşên ku ji teref PKK/PYDê ve li Kurdistana Sûriyê li xelkê Kurd hatibû kirin re  bertekeke tund nîşan dabû.

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatibû  dayîn de di derbarê kiryarên dîktatorî yên ku PYD li Kurdistana Sûriyê dike de wiha hatibû destnîşankirin: “Ew kevneşopiya PKK/PYDê ya ku li her derê cografyaya Kurdistanê birêxistinî dibe û qet tehemulî wan kesên ku ji xwe re wanan muxalif dibîne nake, di van salên dawî de kiryarên xwe yên zordestiyê  li Kurdistana Sûriyê zêdetir kiriye.Ew zihnîyeta PKK/PYDya  siyasetmedarên ku serî li ber wan natewînin direvînê, xelkê dide koçkirin û qetlîaman dike  û her wiha dibe sedema erdnigariya me ya mezlûm bi zilm, kîn û xwînê bê bîranîn li Kurdistanê sedem û çavkaniya sereke ya bêaramî û aloziyê ye.PYD di heftiya borî de li Qamişlo û Amûdê  êrîş bir li ser xwepêşanên ku ji teref ENKSê ve hatin tertîpkirin  û di ser de jî weke ku ev êrîş ne bes e di ser ofîsên KDP, KDP-S û Partiya Yekîtiya Kurdên Sûriyê  de avêt.Ev zihnîyeta ku  piyona efendiyên xwe yê kurewî ye û li cihên ku hakim e  zordestî û zextan li xelkê dike tu tiştî wî an jî sozeke wî  nîne ku bide xelkê.Em wek HUDA PARê ji xelk û partîyên ku  PYD zilm li wan kiriye re selametiyê dixwazin  û PKK/PYDê jî ji ber kiryarên wan ên hovane bi tundî şermezar dikin.”

Ji rexê din ve Parlamentoya Kurdistana Başûr bi daxuyaniya ku belav kir ji ber şewitandina ala Kurdistanê ji PKK/PYDyiyan re bertekek tund nîşan da.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir