• DOLAR 32.555
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2443.801
  • ...
Penaberên nikarin 'qarta nasnameyê' bistînin mexdûr dibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Penaberan idîa kirin çendîn meh e serîlêdan kirine ku ‘Qarta Nasnameyê ya Parastina Biyaniyan’ bistînin. Lê di gel vê yekê wan nekarîne bistînin. Ji ber vê yekê ew di mijarên wekê perwerdehî û tendirûstiyê de mexdûr dibin.

Penaberên Sûriyeyî diyar kirin ku wan li serî li Midûrtiya Îdareya Koçkirinê ya Bajarê Rihayê kirine lê sazî wan di derbarê vê yekê de mijûl dike. Ji ber vê yekê wan ragihandin ku tu kes tunin  ew bi wan re mixatab bibin.

Penaberên Sûrî pirsgirêkên xwe yên di derbarê vê yekê de ji ÎLKHAyê re ragihandin. Penaberan diyar kirin ku ew hêvîdar in rêvebir di derbarê vê pirsgirêkê de çareserî bibînin.

Ji penaberan Abîd El Vekîl Abdurrahman diyar kir ku ew 6-7 meh berê bi malbata xwe re ji Deyrîzorê hatine li Tirkiyê sitirîne. Abdurrahman destnîşan kir ku ew ji bo nasname bistîne çendîn caran serîlêdan kiriye lê her carî wezîfedaran wê egle kirine.

“Ji ber ku qarta me ya nasnameyê tune em niikarin ji tu heqê fayde bibînin”

Abdurraman mexdûriyeta xwe wiha anî ziman: “Ji ber ku min nasname nesitandiye ez nikarim zarokên xwe bişînim mektebê. Zarokên min nexweş dikevin lê em ji nexweşxanê fayde nabînin. Dema ku em diçin tixtor ji me nasname dixwazin. Niha rewşa me qet baş nîne. Ji ber ku qarta me ya nasnameyê tune em niikarin ji tu heqê fayde bibînin.”

Haci Elîsayê diyar kir ku ew nêzî 6 salan e li Rihayê ye û ji ber ku qarta nasnameya wî tune di serî de tendirustî ji gelek tiştamn sûdê nabîne. Elîsayê ku diyar kir dema ku ew ji bo nasnameyê serî lêdide wezîfedar bi hinceta tercumanê wî egle dikin.

“Tixtor muayene nakin em nikarin derman bistînin”

Parêzer Ghazwaan Baagê ku ji Deyrîzorê hatiye Rihayê ragihand ku wî nêzî salek e serîlêdan kiriye lê hêj nasname nesitandiye. Dûvre Baag wiha pê de çû: “Ev salek e ku ez li vir im. Digel serîlêdanê hertim taloq davêjin. Carinan dibêjin piştî 2 -3 mehan were. Tixtor muayene nakin em nikarin derman bistînin.”

Muhammed Yasîn diyar kir ji ber ku nasnameya wî tune ew mecbûr e di nexweşxaneya taybet de pîreka xwe ameliyat bike û 500 lîrayê ku ji bo ameliyatê daye jî ji xizmên xwe deyn kiriye.

Emlaqger Hasan Yildiz diyar kir Sûryeyiyên ku nasnameya wan tune ji bo ji civakê xeterî pêk tînin. Dûvre Yildiz wiha diyar kir: “Li vir pirsgirêgeke mezin heye. Li vir dema ku Sûryeyî di nabeyna xwe de lihev bidin ew biçin bajarek din mirov nikare wan bigire. Lewra nasnameya wî tune. Adresa wî jî tune. Li Rihayê me van yekan dîtin. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir