Muhammedê 4 mehî yê ku di êrîşa bombeyî ya PKKê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Dergûşê 4 mehî yê bi navê Muhammed Can Erîngînê ku di êrîşa bombeyî ya PKKê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Di 4 Mijdarê de ji teref PKKê ve li Baglara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin, di êrîşa ku hatibû lidarxistin de 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn.Dergûşê 4 mehî Muhammed Can Erîngînê ku di êrîşa PKKê de birîndar bûbû jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.
Muhammed Can Erîngîn ji teref malbata xwe ve li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Digel mirina Muhammed Can Erîngîn hejmera kesên ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest dan bû 13.(ÎLKHA)