• DOLAR 32.819
  • EURO 35.27
  • ALTIN 2447.186
  • ...
 "Dahatûya nêz a Ewrûpayê baş xuya nake"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dr. Sonmez di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hêj serokatiya Donald Trump nehatiye tesdîqkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi qasî ku em dişopînin Trump dê ji xwe re xeteke mîlîtarîst xez bike.Nexasim di van 3-4 salên dawî  de me dît ku di nava Yekîtiya Ewrûpayê de guhertinek heye.Nexasim li Almanya, Avusturya, Fransa û li dewletên mîna van meyl bi partîyên rastgir heye.Piştî salekê hilbijartin hene, bi qasî ku tê dîtin  dibe ku partîyên rastgir dengên gelek zêde li van welatan bistînin.Di vê mînwalê de dahatûya Ewrûpayê baş xuya nake.Hêj nayê zanîn dê siyaseta giştî, dîplomasî, têkilîyên navneteweyî bi ber kîjan îstîqametê ve biherikin.”

 “Ewrûpa ji derdên însanan re nabe derman”

Donmez di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  ji qeyrana di pêvajoya 15ê Tîrmehê ya Tirkiyê zêdetir qeyranek di sîstema kûrewî de xuya dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dibînin ku ew dewletên neteweyî yên  ku di demên modern de derketin holê  û ew pergalên kûrevî û heremî di nava qeyranekê de ne. Ji derdên însanan re nabin derman û marjînîlîzekirin heye ku ev yek jî bibe sedem ku di nava Yekîtiya Ewrûpayê de kesên ku li dijî YEyê ne werin serî.Em dikarin bibêjin ev birêveberî dê li derdora xwe tesîrdar bin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir