• DOLAR 32.554
  • EURO 34.949
  • ALTIN 2444.693
  • ...
"Dê em Rihayiyan ji pirsgirêka ceyranê xelas bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Xuerk, Çandin û Heywandariyê Faruk Çelîkê ku ji bo hinek ziyaretan çû Rihayê di derbarê çabdin, heywandarî û ceyranê de daxuyanî da. Çelîk diyar kir ku dê ew bi şiklekî lez û bez gelê Rihayê ji pirsgirêka ceyranê xelas bikin.

Wezîrê Xuerk, Çandin û Heywandariyê Faruk Çelîk ji bo hinek ziyaret û temasan çû Rihayê. Çelîkê ku di derbarê mijarên çandin, heywandarî û ceyranê de daxuyanî da wiha destnîşan kir: “Dê ew şiklekî lez û bez av bigihijînin ciyên ku hewce dike û Rihayiyan ji pirsgirêka ceyranê xelas bikin.”

Çelîk diyar kir ku dê ew li Tirkiyê çanidniyê bînin asteke bilind. Ji ber vê yekê bang li midûrtiyên bajêr û navçeyên wê kir. Çelîkê ku qala erdên li herêmê ya wek xezîne malê dewletê ye kir bal kişand ku dê merayên hawîrdora bajêr wek tehsîl ji bo demeke dirêj bidin kesên ku bi heywandariyê re mijûl in.

 Çelîkê ku diyar kir dê di derbarê pirsgirêka av û ceyrana herêmê de çareserî bikin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek wezîrtî em kar û barên avê jî hildigirin. Yanê wek wezîrtiya çandiniyê dê em avdaniya civakkirinê pêk bînin. Dê em he duyan wek îhale bi hev re pêk bînin. Dê ew şiklekî lez û bez av bigihijînin ciyên ku hewce dike û Rihayiyan ji pirsgirêka ceyranê xelas bikin.” (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir