• DOLAR 32.552
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2448.868
  • ...
Gelo wesayîtên gel ên taybet dişewitînin kî ne?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Baglara Diyarbekirê di derdora saet 04.30 yan de wesayîteke gel a taybet a ku xwediyê wê Cahît Karadaş e ji teref kesên ku nasnameyên wan ne diyar in ve hat şewitandin. Di nabeyna heftiyeke de ev bû 3 wesayît ku hatin şewitandin.

Dema ku qeyûm ji Şaredariya Mezin a Diyarbekirê re hatibû tayînkirin otobusên şaredariyê nedixebitîna. Wesayîtên gel ên tabet ên ku dixebitîna jî dihatin tehdîtkirin. Piştî demeke kurt wesayîtên gel ên taybet hatin şewitandin. Ew yek jî bala gel kişand.

“Çavên 50-60 kesan li vê erebê dinêre vê yekê gor çi dikin, armanca wan çiye ez nizanim”

Cahît Karadaş diyar kir piştî ku wî bihît wesayîta wî hatiye şewitandin ew çûye wir û dûvre jî tîmên vekûjê agirê tefandine. Dûvre Karadaş wiha axivî: “Min di derdora saet 22.00an de wesayîtê parqê vir kir. Di saet 05.10an de polêsan ji min re telefon vekirin û diyar kirin ku wesayîtê şewitandine. Ez jî bi lez û bez çûm wir. Tabî heta ez çûm vekûj hatibû û tîmên polêsan jî li wir bûn. Çavên 50-60 kesan li vê erebê dinêre vê yekê gor çi dikin, armanca wan çiye ez nizanim. Heqê tu kesî tune ku vê yekê bike.”

Karadaş diyar kir piştî ku Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û gelek parlementerên din hatine girtin qasê heftiyeke otobusên şaredariyê nexebitîne û hewl hatiye dayîn ku wesayîtên gel ên taybet jî werin sekinandin.

“Em mecbûr in bixebitin, em li pey nanê xwe ne”

Karadaş destnîşan kir ji ber ku otobusên şaredariyê nedixebitiya hinek kes hatine gotine bila wesayîtên gel ên taybet jî nexebite. Dûvre Karadaş wiha pê de çû: “Berê piştî ev parlementer hatin girtin û ji şaredariyê re qeyum hat avêtin wesayîtên şaredariyê hefyiyeke nexebitîn. Em mecbûr in bixebitin, em li pey nanê xwe ne.”

“Heqî kesî tune ku nanê min asteng bike”

Karadaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim bila zirarê kum in kiriye were temînkirin. Di dawiyê de ez mexdûr bûme. Ez dixwazim ku demildest ev yek derkevin holê da kî vê yekê kiriye. Ji vê saetê pê ve kî vê yekê kiriye ji bo min girîng nîne. Ez gilîdar im. Xweda belayê wan bide. Îro hat serê min. Sibe dê were serê hevalên min. Em dixawazin ku êdî dawî li vê yekê were. Ez dema rojeke nexebitin roja 2 yemîn ez dimînim birçî. Heqî kesî tune ku nanê min asteng bike.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir