Serokên şaredariyên Bedlîs û Norşînê hatin girtin
Serokê şaredariya Bedlîs Huseyîn Olan û yê şaredariya Norşînê M. Emîn Ozkan jî tê de bi tevahî 5 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Serokê şaredariyê Bedlîs Huseyîn Olan, endama şaredariyê ya meclîsê Nevîn Daşdemîr Dagkiran û Serokê Şaredariya Norşînê M. Emîn Ozkanê ku ji 18ê Mijdarê pêve hatibû binçavkirin her wiha Alîkara Serokê Şaredariyê Senaye Ata û Alîkarê Serokê Bajêr a HDPê Nazîme Avras di bergeha lêpirsîna PKK/KCKyê de wan sewqê adliyê kirin.
Bersûc piştî ku lêpirsînên wan hatin kirin wan bi binasiya “endambûna ji rêxistina terorê re û alîkarîkirina rêxstinê” wan sewqê mehkemê kirin.
Bersûc Olan, Ozkan, Dagkiran, Ata û Avras berêvarê ji teref mehkemê ve hatin girtin. Bersûcan şandin Girtîgeha Tîpa Eyê ya Bedlîsê. (ÎLKHA)