• DOLAR 32.576
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2435.713
  • ...
 "Bila ji kesên ku di bin hezazê de mane re statuya 'şehîdiya siwîl' bê dayîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Nîzamettîn Bayrak di derbarê biraziyê xwe Mahmut Batumakê ku hêj di bin hezazê de ye de axivî.Batumak di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bila ji kesên ku di bin hezazê de mane re statuya ‘şehîdiya siwîl’ bê dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Biraziyê min feqîr bû.3 zarokên wî  û 9 zarokên bavê wî hene.Bavê wî jî tu karî nake.Biraziya min ji bo debara malbata xwe bi şev û roj dixebitî.Dema ku li pey nanê xwe diçû di bin hezazê de ma.Xweda cardin afeteke wisa nede.”

Kesê bi navê Ahmet Tari jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji roja ku hezaz pêk hatiye ve naskirîyên wî yên bi navê Qasim Tari û Savaş Kizilkan di bin hezazê de ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vê derê ji sedî sed îxmal heye.Berî niha derza ku pêk hatibû dîtine, lê tedbîr nestandine.Muhendîsên şîrketê jî gotin ji ber baranê hezaz çêbûye ku ev derew e.Li vê derê baran nebariyaye, hezaz ji ber îxmalê pêk hat.”

“Bila hikûmet ji bo wan malbatan destê alîkariyê dirêj bike”

Tari di berdewama axavtina xwe de ji bo malbatên wan kesên ku di bin hezazê de mane re  ji hikûmetê alîkarî teleb kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda rehma xwe li wan kesên jiyana xwe ji dest dane bike.Em ji hikûmetê dixwazin, bila ji kesên ku di bin hezazê de mane re statuya ‘şehîdiya siwîl’ bê dayîn.Em dixwazin bila hikûmet ji bo wan malbatan destê alîkariyê dirêj bike.Ev însan ji ber ku derfeta wan nebaş e tên li vê derê dixebitin.4 zarokên Qasim û 2 zarokên Savaşî hebûn.Ev însan bi pereyên ku li vê derê distandin hewil didan debara xwe bikin.”

 “Zarokan terk kirine û ji vir reviyane”

M.Îlhamî Tariyê naskiriyê Qasim Tari û Savaş Kizilkan e jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Çawa ku bûyer qewimî em ji Diyarbekir hatin vê derê.Dema ku em hatin rayedarên madenê reviyabûn.Yanî zarokan ji mirinê re terk kiribûn.Em ji dewletê teleb dikin bila bikevin li pey van û di derheqê vê bûyerê de lêkolînê bikin.Bellû ye ku îxmal heye.Ew kesên ku di bin hezazê de mane ji ber ku mecbûr bûn dixebitîn.Ger ku rewşa wan a aboriyê baş bane li vê derê dê nexebitîbana.Ji karkerên Somayê re çi heq hatibe dayîn bila ji van re jî bê dayîn.Bila ji van re jî statuya ‘şehîdiya siwîl’ bê dayîn”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir