• DOLAR 32.552
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2448.868
  • ...
"Kevirên gorên dîrokî di sazkirina qenalîzasyonê de hatin bikaranîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Alî Abakay diyar kir ku di sala 1932yan de gorên derdora Sûrên Diyarbekirê bi hinceta ku hawîrdor wek qirêj dide nîşandan hatiye xerakirin. Akabay diyar kir mimkûn nîne ku mirov van kevirên ku ji bo lêkolîneran wekê dukumanan bûne bê bidestxistin.

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Alî Abakay di derbarê mijarê de nirxandin kir. Akabay diyar kir ku ji Qada Dagkapiyê (Qada Şêx Saîd) heta ciyê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê  ji wir jî heta semtê Wîlayetê berê hemî goristan bûne. Ev goristan bi hinceta şaşomaşo ji holê hatine rakirin.

“Kevirên gorên dîrokî di sazkirina qenalîzasyonê de hat bikaranîn”

Akabay bal kişand ku di heyama Serokê Şaredariyê Kemal Tayşî de kevirên goran hatine xerakirin û di sazkirina qenalîzasyonan de hatine bikaranîn. Dûvre Akabay wiha axivî: “Gorên walî, paşa, alim û kesên din ên heyamê ji holê hatin rakirin. Kevirên goristanan di sazkirina qenalîzasyoinan de hatine bikaranîn. Ji ber vê yekê kevirên goristanan ên ku ji bo kesên lêkolîner wek dokiman bûn mimkûn nîne ku mirov bi dest bixe.”

Akabay diyar kir ku kevirên goran di binesaziya navçeya Yenîşehîrê de hatine bikaranîn. Dûvre Akabay wiha diyar kir: “Heke mirov nekare van keviran dûbare bîne jî pêwîst e ku ev yek were zanîn. Xwestin ku Sûran jî xera bikin. Hinekî ji wan hatine xerakirin. Dûvre piştî ku bertek hat nîşandan dev ji vê yekê hat berdan.”

“Hewl dan hinek goran xera bikin dema ku çend car kepçe xera bû dev jê berdan”         

Di derbarê mijarê de jî Alî Îpekê (82) ku qismen jî bibe ji vê yekê re bûye şahid wiha axivî: “Rast e ku berê li Dagkapiyê gor hebûne. Li wir yên berê radizana. Tê gotin ku Şêx Saîd jî li wir radizê. Dûvre ev gor hatin xerakirin.”

Mehdî Oktay (83) wiha diyar kir: “Alimên mezin, zaten mezin li wir radizan. Li vir gor hebûn. Lê niha qet tune. Hewl dan hinek goran xera bikin dema ku çend car kepçe xera bû dev jê berdan.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir