• DOLAR 32.447
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2443.575
  • ...
Drama li Sûrî dest pê kir li Tirkiyê jî domî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Şerê Sûrî bu sedema ku çendîn hezar însan ji mal û warê xwe bûn. Rewşa xedar a penaberên ku ji şerê navxweyî ya li Sûrî revîbûn û li Diyarbekirê sitirîbûn bi heman şiklê didome.

Ahmet Gazelê (18) ku ji ber şerê Sûrî ji bajarê Helebê reviye û li Diyarbekirê sitiriye ragihand ku wê ji ber astengiya aborî dev ji dibistanê berdaye da ku alîkariya malbata xwe bike. Gazel diyar kir ku ciyê ew dixebitiya qezayeke çêbûye û di encama qezayê de lingê wî hatiye birîn.

Gazel qala serpêhatî û mexdûriyeta xwe ya dema ku ji Helebê hatiye Diyarbekirê kir. Gazel wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji ber teqîn û bombebaranê hatin Tirkiyê. Daxwaziya me bes ew bû ku em jiyanake baş û xweş bijîn. Em bi vê armancê hatin sînorê. Di dema vê rewşê de jî leşkeran gule berdidan ser me.”

 “Ez her yekê wê ya ku ji 7 saetan pêk dihat bi tevahî 5 car ameliyat bûm”

Gazel ragihand dema ku ku ciyê dixebitiya wek qeza tiliyên lingê wî hat jêkirin. Dûvre Gazel wiha pê de çû: “Cem me qet pere tunebû. Heta ku me maleke ji xwe re bi rêk û pêk kir me gelek astengî kişand. Me ji bo vê karê pir zehmetî kişand lê qet nehat hişê min ku dê tişteke wiha bê serê min. Em li serê kar bûn me eşya datinî nav makînê. Lê hê min bernedabû karkereke bi çewtî makînê da xebatê û tiliyên lingê min hat jêkirin. Yekê Sûryeyî yê ku li wir bû min bir nexweşxanê. Ez her yekê wê ya ku ji 7 saetan pêk dihat bi tevahî 5 car ameliyat bûm.”

“Dema ku ev qeza çêbû xwediyê kar min nebir nexweşxanê”

Gazel idîa kir edma ku ev qeza çêbûye xwediyê kar pê re eleqeder nebûye. Dûvre Gazel wiha destnîşan kir: “Di kargeha ku ev qeza hat serê min de ez 10 roj xebitîbûm. Ev qeza pêk hat. Xwediyê kar ji min re got ‘heke tu min giliyê polês nekî dê ez meaş û mesrefa te ya nexweşxanê bidim. Lê mesrefê danin wira wî min nebir nexweşxanê jî. Yekê ehlê Sûrî min danî nav ambulansê. Min guşman kir ku dê xwediyê kar meaşê min bide û di derbarê nexweşiya min de jî alîkariya min bike. Lê min wisa hêşt. Ne li min geriya ne jî min pirsî. Lê Xweda kî çi dike dizane.”

“Birayên min diçin dibistanê, ez tenê bi serê xwe li malê dimînim”

Gazel wiha ragihand: “Em 4 xuşk û bira ne. Ji ber ku bavê min piştî qezayê tenê bi serê xwe dixebite qezanca wî têra me nake. Berê ez jî dixebitîma û min alîkariya bavê xwe dikir. Lê niha tu kes tune ku alîkariya bavê min bike. Birayên min diçin dibistanê, ez tenê bi serê xwe li malê dimînim. Heta niha ez bi kopalê diçûm min xizmên xwe ziyaret dikir. Lê niha ji ber êşa lingê xwe ez nikarim biçim.”

“Xwediyê kar hewl da ku rapora min a tendirûstiyê asteng bike”

Gazel piştî ku rapora xwe da nîşandan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Van bekgeyên di destê min de digel hemî zehmetiyan min bi zorî ji nexweşxanê girt. Xwediyê kar hewl da ku rapora min a tendirûstiyê asteng bike. Xwediyê kar ji bo ku rapor nedin min pere da hinek kesan. Lê din av wan de yekî ji wan, Xweda jê razî bibe ji bo ku ez vê belgeyê bistînim alîkariya min kir. Delîl bes ev rapora di nav destê min de ye. Ez 2 meh li nexweşxanê mam. Di gel her tiştî hemd ji Xweda re.”

Vahîd Gazelê bavê Ahmedî wiha axivî: “Ahmed jî bi min re dixebitiya. Lê dema xwediyê kar meaşê neda Ahmet mecbûr ma çû karxanê. Hêj 10 roj derbas nebûbû ev qeza çêbû. Bi xwe çû nexweşxanê tiliyên wî hatin birîn. Meheke ez qet nexebitîm jê re bûm refaqatkar. Tabî mesref zêde çû.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir