• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Hûn bi kuştina Kurdan nikarin heqên wan biparêzin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zeynep Sevînçera ku di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya PKKê de jiyana xwe ji dest da  li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.Sevînçer dêya 2 zarokan bû.

Weysî Eceyê ku qîza wî di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû  di derbarê mijarê de destnîşan kir  gelê Kurd vê yekê heq nake, bi kuştina Kurdan heqê Kurdan nayê parastin û dû re wiha pê de çû: “PKK/HDP bombeyan ji xelkê Kurd re wek mukafetekî dibîne.Xelkê Kurd vê yekê naxwaze.Em vê heq nakin.Gelo xelk wan nekir parlementer?Çi ji wan xwestin me xelk bi ya wan nekir? Evan ji bombeyan pê ve çi ji me re kirin?Vaye mukafeta milletê me ev e, lê xelk hêj şiyar nabe.We wan kir parlementer, xiste meclîsê, wek serokê şaredariyê hilbijart, lê ew çi dikin?Tu li wê derê bombeyan diteqînî, ma tu nizanî xelk Kurd û mal û zarokên wan li wê derê ne?Ger ku tu li ber mala min bombe biteqînî ev xelk dê bimre.Ev xelk ne xelkê Kurd bû?Tu heqê gelê Kurd çawa diparêzî?Tu bi kuştina min nikarî min biparêzî.”

“Tu mafê min bi kuştina Kurdan diparêzî?

Ece di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mucadeleya PKKê ne ji bo xelk Kurd e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ PKK îddîa kir ku ew vê yekê li ser navê xelkê Kurd dike.Tu mafên Kurdan û yên min bi kuştina Kurdan  diparêzî?Te canê min stand, ka çi bû, çi ket destên te?Leneta Xweda li ser PKKê be.Ey zalimno, ey kuçikên Îsraîl, ey kuçikên emperyalîst ên Emrîka ye, ka çi bû?Wê canê min, cegera min şewitand, Xweda jî mala wan bişewitîne.”

 “Xeyalên min nîvre man”

Ece di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber tiştên ku hatine serê wan ew ketine nava trawmayê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê 10-15 rojan maleke nû  kirîbûn.Hê nû di malê de bi cî bûbûn û ev musîbet hat serê wan.Me jî ji xwe re digot ew ê ji xwe re rihet bikin, lê xeyalên me nîvre hiştin.Qîza min jiyana xwe ji dest da, ev êşeke mezin e.Em a niha ne sax in ne mirî.Cegera me her roj diperite.Qîza min xwe xelas kir, lê em perîşan bûn.Qîza min şehîd bû.Hemd ji Xwedê re tiştê ku me teselî dike şehadeta wê ye.”

 “Qîza min bi bombeya van rezîlan şehîd bû ku ev yek jî me xemgîn kir”

Ece di berdewama axavtina xwe de qala zarokên qîza xwe kir û dû re jî wisa qala exlaqa qîza xwe kir: “Qîza min nimêja xwe dikir, Qur’an dixwend û her wiha gelekî xêrxwaz bû.Gelek bi rehm û wijdan bû.Ji cîranên xwe re alîkarî dikir.Dilê tu kesî nedihişt.Derdora wê jê razî bû.Qîza min şehîd e, ez li ber şehadeta wê nakevim, lê belê  ji ber ku qîza min bi bombeya van rezîlan şehîd bû ez xemgîn dibim.Ger ku ew layiqî hidayetê bin Xweda wan hidayet bike, lê ger ku ne layiq bin Xweda wan ji bo navê xwe yê ‘Qahhar’  qehir bike.Xweda jî agir bixe malên wan.Cegera min şewitî, bila cegerên wan jî bişewite.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir