Qeymeqamê Dêrikê Safîturk jiyana xwe ji dest da
Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammed Fatîh Safîtûrkê ku di êrîşa PKKê de giran birîndar bûbû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Dêrika Mêrdînê bi roketan êrîş li avahiya qeymeqamtiyê hatibû kirin û di êrîşa ku hatibû kirin de Muhammed Fatîh Safîturkê ku ji Şaredariya Dêrikê re wek qayûm hatibû tayînkirin birîndar bûbû.Ji bilî qeymeqam di êrîşê de 3 polês jî birîndar bûbûn.
Safîturkê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû li Dîlokê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)