Wesayîtên bi zirx gihaştin Silopiyê
Tank û wesayîtên bi zirx ên ku sewqî sînor dihatin kirin gihaştin Silopiyê.
Yekîneyên Fermandariya Lîwaya Piyadeyên Mekanîze ya 28an ên ku di çarçoveya sewqîyata wesayîtên bi zirx de hatibûn wezîfedarkirin gihaştin Silopiya navçeya Şirnexê.
Wesayîtên bi zirx û tank doh bi şev ji navenda Silopiya navçeya Şirnexê re derbas bûn û li Qişleya Ercument Turkmenê Şehît ê Fermandariya Lîwaya Bizirx a 172ya bi cî bûn.(ÎLKHA)