Ji sedemên binçavkirina Demîrtaş sedemek jî bûyerên 6-8ê Cotmehê ye
Hat ragihandin ji sedemên binçavkirina Demîrtaş sedemek jî bûyerên 6-8ê Cotmehê ne.
Her weke ku tê zanîn îro Hevserokên Giştî yên HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin binçavkirin.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin sedemeke binçaviyê yên Demîrtaş û Yuksekdag sedemek jî bûyerên 6-8ê Cotmehê ne.
Her weke ku tê zanîn di 6-8ê Cotmeha 2014an de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bi hinceta bûyerên Kobanî bang li terefdarên xwe kiribûn da ku xwe berdin kolanan.Di encama vê bangê de HDP/PKKyî li Diyarbekirê Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş bi hovane hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)