• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dogruhaberê dest bi weşana rojane kir bi eleqe hat şopandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnameya Dogruhaberê ya ku Nîsana 2008an de wek hefteyî dest bi weşanê kiribû ji îro pê ve wek rojane dest bi weşanê kir. Rojnameya Dogruhaberê êdî her roj dê di bayîyan de ciyê xwe bigire.

Xwînendeyên Rojnameya Dogruhaberê diyar kirin ji ber ku rojnameya xwedî îlke û xeberên rast wek rojane dest bi weşanê kiriye ew pir kêfxweş bûne.

Ji xwînendeyên rojnameyê Ergîn Alan diyar kir ew ewle ye ku dê Rojnameya Dogruhaberê di xêzeke rast de rêya xwe bidomîne. Ergîn di weşana rojnameyê de ji rojnameyê re serkeftin xwest.

Îskan Oran ji destnîşan kir ku ew bi bawer e ku di pêvajoya ji vir pê ve de Rojnameya Dogruhaberê ji bo Tirkiyê dengê bê dengan.

Tekîn Karakoyun ragihand ku dê Rojnameya Dogruhaberê xeberên ku kes nanivîse dê bi wêrek û bê diltirs binivîse.

Seyît Mehmet Baydur diyar kir ku rojname xwedî polîtîkaya weşana rast e û ji vir pê ve jî dê wisa bê tewîz weşana xwe bidomîne.

Erdogan Dalga jî diyar kir heta îro wî bi dileke rehetrojnamê xwendiye. Her wiha Dalga diyar kir ku ev rojname nêrîneke cuda ji mirov re dide qezenckirin. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir