• DOLAR 32.583
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2445.514
  • ...
Li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê rageşî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin komek HDPyî xwestin ku li ber şaredariyê daxuyaniyeke çapemeniyê lidarbixin. Dûvre di nabeyna koma HDPyî û polêsên ku misadenekirin daxuyanî were lidarxistin de rageşî derket.

Îro di derdora saet 11.00an de komekî ya ku di nav wan de parlementerên HDPyî jî hebûn xwestin ku li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyeke çapemeniyê lidar bixin. Dema ku polêsan destûr nedan vê yekê di nabeyna komê û HDPyiyan de rageşî derket.

Hat ragihandin ku gelek TOMA, wesyîtên bi zirx û polês li ber şaredariyê bicî bûne û di avahiya serokatiya şaredariyê de lêgerîn didome. Polês bi gaz û ava tazyîkî midaxaleya koma HDPyiyên ku bi siloganan xwestin werin li ber şaredariyê kir.

Walîtiya Diyarbekirê jî di derbarê mijarê de daxuyanî da. Walîtî ragihand ku civîna îro ya li ber şaredariyê dereqanûniye. (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir