Li Denîzliyê qayûm tayînî 30 şîrketî hat kirin
Di bergeha lêpirsîna FETO de li Denîzliyê qayûm tayînî 30 şîrketî hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 30 şîrketên ku aîdî kesên ku di bergeha lêpirsîna FETO de hatine girtin û hinek ji wan jî di derheqê wan de qerara girtinê heye ne ji teref yekîneya ku ji 6 kesan pêk dihat ve hatin lêkolîn kirin.Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat diyarkirin têkiliya van şîrketan bi FETO re heye.Ji ber vê yekê qayûm tayînî 30 şîrketî hat kirin.(ÎLKHA)