• DOLAR 32.576
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2447.426
  • ...
"FETO, qeweta xwe ji bo berterefkirina camiayên Misliman bikar anî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên ku ji teref 28Ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin Serokatiya Bajarê Êilhê ya HUDA PARê ziyaret kirin. Malbatan bal kişandin ku FETO, qeweta xwe ji bo berterefbûna camiayên Misliman bikar aniye.

Di ziyaretê de Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru û êndamên partiyê û kesên ku înîsîsyatîfê pêk tînin hevdîtin kirin. Mexdûran qala neheqiyên FETO kirin û daxwaziya piştgiriyê kirin.

Huseyîn Ola mli ser navê înîsîyatîfê axivî. Olam ragihand ku nêzî 700 kes di encama qumpasên 28Ê Sibatê û FETO de ji ber ku dîndar in hatine girtin û hêj jî di girtîgehê de ne. Divê ku ev mehkûm ji nû ve werin darizandin.

Olam wiha li axavtina xwe zêde kir: “FETO di saziyên ku bicî bû de derfetên xwe yên di destê we de dijî camiayên Mislimanan bikar anî. Wan bi çendîn hezar kesan girtin. Niha nêzî 700 kesên xwedî nasnameyên dîndar ev hemî bi cezaya sermedî hatin cezakirin. Ev kes vî yekê li ser navê FETO kirine.”

Olam bal kişand ku FETO di hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de niyeta xwe ya rast daye nîşandan. Dûvre Olam wiha belav kir: “Em dibêjin ev însan bi heheqî û delîlên derewîn di encama qumpasan de hatine girtin. Vî yekê herî baş îktîdar dizane. Înşaellah dê bi wesîla we ew dengê me bibîhîzin û vî yekê ji holê rakin.”

Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru diyar kir hinek mehkûmên dîndar ev 25 sal e ku di girtîgehan de ne. Dûvre Dogru wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însanên ku van mehkûman girtine, ji wan îfade sitandine û di dadgehê de biryar dane piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji ber hewldana derbeyê hinek jiwan hatine girtin û hinek ji wan jî firarî ne û hinek ji wan jî ji wezîfê hatine dûrxistin.”

“Pirsgirêk di nabeyna saetekî tê helkirin”

Dogru wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke hikûmeta AK Partiyê bixwaze dikare vî pirsgirêkê di nabeyna saetekî de çareser bike. Lewra dozên wekê vî yekê berê hatin dîtin. Ji kesên ku ji ber doza Ergenekon û yên din dihatin darizandin re ev hêsanî hat dîtin. Heta serlêdana bi xwe jî hikûmet wek hêsanî rê da wan. Piştî vî derfetê di heman rojê de ev însan hatin tehliyekirin. Heta bes bi vî yekê nesekinîn. Wezîfa wan îadeyê wan kirin û tezmînatê dan wan. Ji ber vî yekê em vî vibêjin;‘ev însan mexdûr in û zilm li wan hatiye kirin. Ev însan Yusufiyên heyamê ne. Ezîzên ku îşlikên wan paş ve hatine perçekirin in.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir