• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Çawa ku me Kerbelayê jibîr nekiriye em Yasîn Boru û hevalên wî jî jibîr nakin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên şehîdên 6-8ê Cotmehê beşdarê bernameya ku wek panel ji teref Cemiyeta Mustezefan û Pkatforma Kerwana Şehîdan ve hat lidarxistin bûn. Wan destnîşan kirin ku jan û şewata wan hêj taze ye û çawa ku wan Hz. Huseyn û Kerbelayê jibîr nekirine wan Yasîn Boru û hevalên wî jî jibîr nakin.”

Malbatên Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz û Huseyîn Dakak, Turan Yavaş ve Cumalî Guneşên ku dema goştê qurbanê belav dikirin piştî bangewaziya Selahattîn Demîrtaş di 6-8ê Cotmehê de ji teref HDP/PKKyiyan ve hatin qetilkirin beşdarê bernameya bibîranîna şehîdan bûn. Malbatan hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re ragihandin.

“Kesên ku di 15ê Tîrmehê de twît parve kiribûn hatin girtin lê yên ku di 6-8ê Cotmehê de însanan kişandin kolan û kûçeyan hêj derve ne”

Fîkrî Boruyê bavê Şehîd Yasîn Boru destnîşan kir ku salvegera 2 yemîn ê Yasîn û hevalên wî ye. Duvre Boru wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 6-8ê Cotmehê de herêm bûbû wekê kavil. Di 15ê Tîrmehê de bajaran kirin wêran. Lê kesên ku di 15ê Tîrmehê de twît parve kiribûn hatin girtin lê yên ku di 6-8ê Cotmehê de însanan kişandin kolan û kûçeyan hêj derve ne. Em dixwazin kesên ku berpirsyarê vî yekê ne bila werin darizandin.”

“Pêvajoya dadgehê bi rêkûpêk nameşe”

Oztekîn Dakakê bavê Şehîd Huseyîn Dakak jî wiha axivî: “Huseyîn ji min re şeref hêşt. Dema ku navê Huseyîn tê zikirkirin Kerbela tê bibîranîn. Yasîn û hevalên wî Kerbelaya heyamê bûn. Çawa ku me Hz Huseyîn û Kerbelayê jibîr nekiriye em dê Yasîn Boru û hevalên wî jî jibîr nekin. 6-7ê Cotmehê proveya 15ê Tîrmehê bû. Mehkeme wekê şanoyê ye. Heke dîmenên dadgehê werin weşandin dê gel bikene. Pêvajoya dadgehê bi rêkûpêk nameşe.”

“7-8ê Cotmehê jî derbekê ya ku dijî gel hat lidarxistin bû”

Mehmet Gokgozê bavê Şehîd Hasan Gokgozî wiha hest û ramanên xwe anî ziman: “Ev 2 roj e ku ez nikarim razêm. Hestên pir cuda ne. Tabî ji aliyekê din ve jî ez bextewar im. Zarokên me di rêya Xweda de çûn. Ya rast ew e ku wan xwe qurban kir. Ew bûn Îsmaîl. Xwezî 10 Hesenê min hebin ku ez temamê wan jî di vî rêyê de feda bikim. Ji roja ku Hesen bû şehîd ez di vî umrê xwe de vejiyam. Lê mijarekê heye heta ku kesên vî yekê dane kirin neyên girtin em rehet nabin.”

 “Faîlê kekê min meçhûl e”

Kenan Yavaşê birayê Şehîd Turan Yavaş diyar kir ku faîlê kekê wî nehatiye girtin û hêj diyar nîne ku kê vê yekê kiriye. Dûvre Yavaş wiha axivî: “2 sal derbas bû. Li ser mijara Yasîn Boru û hevalên wî heke semîmî nebin jî hinekê sekinîn. Lê di derbarê Turan Yavaş de tu tiştekî nehatiye kirin. Serokkomar ragihandibû ku faîlê meçhûl nemane. Faîlê kekê min meçhûl e. Heta îro ne faîl hat girtin û ne jî di derbarê vî yekê de lêpirsîn hat kirin.”

 “Çima di derbarê kesên ku vî yekê dane kirin de tu muemele nayê kirin”

Mehmet Zulkuf Guneşê kekê Şehîd Cumalî Guneş di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Di bûyerên 6-8ê Cotmehê de hemî komên Îslamî bûbûn hedef. Kesên ku Yasîn Boru û hevalên wî qetil kirin li ser wan xwestin ku êrîşê Îslamê bikin. Kesên ku vî yekê kirin radigihandin ku ew jî Kurd in. Kesên ku vî tabloyê nedidîtin û lîstika ku dihat lîstin nedidîtin piştî vî bûyerê rastiyê dîtin. Hikûmet jî sûcdar e. Lewra ev yek ji nîşka ve nehatibû plankirin. Piştî hinek qonaxan ev yek wiha qewimî. Di vî pêvajoyê de walî, wezîfedarên ewlehiyê û yên din jî sûcdar in.” (ÎLKHA) 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir