Li Yemenê êrîşa hewayî li mala taziyê hat kirin: Hêrî kêm 140 mirî
Hat ragihandin di êrîşa hewayî ya ku li Yemenê maleke şînê hat kirin de herî kêm 140 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 450 kesî jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatina wergirtin 2 êrîşên hewayî li Sanaya ku di bin kontrola Husî û lîderê berê Alî Abdullah Salîh de ye hatin kirin.Di êrîşê de maleke şînê hat hedefgirtin.Di êrîşa ku hat kirin de 140 kes jiyana xwe ji dest dan.û nêzî 450 kesî jî birîndar bûn.
Di kanala bi navê El-Mesîraya ku aîdî Husiyan e de hat destnîşankirin hêzên koalîsyonê yên ku pêşengiya wê Erebîstana Siûd dike êrîşê li dar xistine.(ÎLKHA)