Ji belavkirina kitêbên mustehcen re bertek
Serokê Şaxa Egîtîm-Bîr Senê yê Bûrsayê Numan Şeker ji ber ku Şaredariya Nîluferê di bergeha projeya bi nivîskaran re hevdîtinê de li mekteban ji xwendevanan re belavkirina kitêbên mustehcen re bertek nîşan da.
Di bergeha projeya Şaredariya Nîlufera Bûrsayê de li mekteban kitêba bi navê ‘Quzilqurt` ê ku nivîskarê wê Muzaffer Îzgu ye û di navaroka kitêbê de tiştên mustehcen hene ji xwendevanan re hatin belavkirin.Ji ber vê yekê Şeker di derbarê mijarê de destnîşan kir ev kiryara ku hatiye kirin li dijî Qanûna Bingeh a Perwerdehiya Neteweyiyê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha em ji vê derê pirs dikin.Ew ê hisaba vê bêexlaqiyê kî bide?Ev kitêbên ku li dijî çand, orf, bastan û nirxên civakê ne çawa hatin belavkirin?”
Şeker di dawiya axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir da ku li ser vê meselê bê sekinîn(ÎLKHA)