Di derbarê Gulten Kişanak de lêpirsîn hat destpêkirin
Di derbarê Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak de bi sûcdarkirina ' wezîfê bi şikleke xirab kirinê' lêpirsîn hat destpêkirin.
Her weke ku tê zanîn Şaredariya Mezin a Diyarbekirê doh qayumên ku tayînî li ser Şaredariyên Farqîn û Sûrê hatibûn kirin kiribûn mihna û otobûsên di bin bunyeya şaredariyê de neda xebitandin ku ev yek jî bû sedema mexdûrbûna xelkê.Ji ber vê yekê di derheqê Kişanekê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)