• DOLAR 32.363
  • EURO 34.677
  • ALTIN 2394.101
  • ...
Gelo şaredarî di 'Hefteya Camiyan' dê camiyê xera bike!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mizgefta Demetevlerê ya ku li navçeya Baglara Diyarbekirê ye di sala 2013an de ji teref Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya DBPyî ve hat xwestin bê xerakirin.Lê ji ber ku cemaeta mizgeftê ji qerara xerakirinê re bertek nîşan da û mizgeft nehat xerakirin.

Xebatên rê piştî 3 salan cardin dest pê kirin, digel destpêkirina xebatan mizgefta ku 15 salan di fealiyetê de ye tê xwestin bê xerakirin.

Berî niha di çapemeniyê de derketibû ku nîştecihên semtê îmza berhev kirine û di derbarê mijarê de bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin kirine, lê belê nîştecî destnîşan kiribûn ew rayedarên ku bi wan re hevdîtin kirin ji wan re gotine ku ‘Biçin li Mizgefta Xalidiye nimêja xwe bikin.”

 “Ji wan kesên ku hewil didin mizgeftê xera bikin zalimtir kî heye”

Melayê Mizgefta Demetevlerê yê ku di xutbeya înê de qala mijarê kir û destnîşan kir cemaeta mizgeftê ji qerara xerakirina mizgeftê re bertekeke mezin nîşan daye û ew ê ji xerakirina mizgeftê re destûrê nedin.Mela di xutbeya înê de di derbarê mijarê de vê ayeta kerîm xwend: “Ji wan kesên ku di mizgeftan zikirkirina Xwedê asteng dikin û hewil didin wan mizgeftan xera bikin gelo zalimtir kî heye?Lê ew kes diviyabû bi edebeke bi tirs ketibana wan deran, ev baştir dibû.Li dinyayê zillet û li axretê jî ezabeke mezin li benda wan kesan e.”

“Bêdeng û beng ji bo xerakirina mizgeftê tên”

Cemaeta mizgeftê di sala 2013an de dema ku şaredariya BDPyî qerara xerakirina mizgeftê derxist  ji qerara xerakirinê re wiha bertek nîşan dabû: “Şaredariya BDPyî yê ku ji dêran re alîkarî dike çima dixwazî mizgeftan xera bike?

Melayê mizgeftê jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Berî niha careke din teşebûs kiribûn.Wê demê em ji wan re bûn asteng. Lê belê vê carê bêdeng û beng ji bo xerakirinê tên.Min mijarê ji miftîtiyê vegot û min mijarê bi cemaeta mizgeftê re şewirî.Ew jî ji xerakirina mizgeftê re razî nîne.”

Hat ragihandin îhaleya rê piştî ku gihaşte nêzî Mizgefta Demetevlerê ya ku  tê xwestin bê xerakirin di 14ê Tîrmehê de ji teref Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve bi Usula Îhaleya Vekirî ji şîrketeke taybet re hatiye dewirkirin.

 “Ez hêvî dikim ku xerakirina vê mizgeftê nebe qismetê min”

Ev gotinên ku di navbera melayê mizgeftê û rayedarên xebatên rê de derbas bûna balan kişandin li ser xwe: “Berî niha jî em leqayî problemên bi vî awayî hatin.Me vê mijarê munaqeşe kir.Lê qerara xerakirinê hat dayîn.Ger ku ji ber xerakirina camiyê qeza çêbibin dê însan bimrin. Vegerandina berê rê karê şaredariyê ye.Kesên ku îmara vî karî dikirin mizgeftê dîtine, dikaribûn rabikin. Ez hêvî dikim ku xerakirina vê mizgeftê nebe qismetê min.Di hêla ku camî lê ye dê 3 metre peyarê bê çêkirin.Hema li hember jî xaçarê dê bê çêkirin.Dê rê 12 metro be.”

Husnu Guneşê ku ji cemaeta mizgeftê ye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Camî cihên ku Misliman ji Xwedê re îbadet dikin in. Ji kesê ku camiyê xera bike zalimtir kî heye?Ger ku ew der bar û cihê eraqê bana dê şaredarî xera nekiribana.Kesên ku vê yekê dikin zalim in.Em ê destûrê nedin xera bikin.Bila Misliman li camiya xwe xwedî derkevin.”

Kesê bi navê Turan S. jî di derbarê mijarê de wiha peyivî: “Em li dijî xerakirina camiyê ne.Ger ku mabed nebin sedema fitnê ji kîjan dînê be bila bibe ferq nake divê neyên xera kirin.Em berî niha jî ji bêrûmetiya wan kesan re bûbûn şahid.”

Rayedarê buroya çapemeniyê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya ku me pê re hevdîtin kir di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em bi wî muhendisê ku kontrola rê dike re hevdîtin kir.Ji bilî xebata rê tu xebata me nîne.A niha xerakirina camiyê nîne.Ger ku tiştekî bi vî awayî hebe, ji bo vê yekê cih tê tayînkirin û ji bo camiyeke nû cî tê hazirkirin.Dû re mudaxeleya ku pêwîst e ku dê bê kirin.”

Lê digel van agahiyan cemaeta mizgeftê dilfikar e, lewra xebatên rê gihaştine ber mizgeftê û dîwara mizgeftê weke ku dê bibe du şiqan hatiye nîşankirin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir