Qeflaya ewil a heciyan vegeriya Tirkiyê
Qeflaya ewil a ku ji bo wezîfeya hecê çûbûn axên pîroz vegeriya Tirkiyê.
Heciyên Tirkiyeyî yên ku ji bo farizaya hecê çûbûn axên pîroz ên li Erebîstana Siûd piştî ku îbadetên xwe yên ferz bi cî anîn re vegeriyan Tirkiyê.Qeflaya ewil di seat 01.45an de daketin Balafirgeha Ataturkê.Heciyên ku vegeriyan welêt ji teref naskirî û hezkiriyên wan ve hatin pêşîwazîkirin.(ÎLKHA)