• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Zilm û  îhlala mafên  li girtîgehan berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Edîbe Işika ku xwest ji ber minasebeta Îda Qurbanê mêrê xwe Celal Işikê ku ev 16 sal mehqûm e ziyaret bike ji teref îdareya Girtîgeha Tîpa Tyê ya Sîwerekê ve jê re destûr nehat dayîn da ku bi mêrê xwe re hevdîtinê bike.

Edîbe Işika ku ji bo ziyareta mêrê xwe çibû Girtîgeha Girtî ya tîpa Tyê ya Sîwerekê dema ku ji kiryarên xeyrî ehlaqî re bertek nîşan da, nehiştin bi mêrê xwe re hevdîtinê bike û di ser de jî 3 meh cezaya nedîtina mêrê xwe jê re hat dayîn.

 “Mahremiyeta însanan  bin pê dikin”

Edîbe Işika ku jê re ev neheqî hatiye kirin di derbarê mijarê de destnîşan kir malbatên ku ji bo ziyaretê diçin girtîgehê rasta zehmetî û zorayiyan tên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mêrê min di sala 2001an de hat girtin.Nêzî 3 salan li Êlihê ma.Dû re bi dorê wî birin Diyarbekir, Tokat  û Sîwerekê.Bi rastî jî me gelek zêde zehmetî kişand.Rewşa cihê ku mêrê min lê dimîne nebaş e.Dema ku em ji bo ziyaretê tên girtîgehê li ser me digerin.Di dema vê lêgerînê de me tacîz dikin.Berî vê 10 rojan dema ku ez ji bo ziyaretê hatim vê derê, dîsa gelekî zêde li ser min gerîyan.Mahremiyeta însanan tê binpêkirin.Dema ku min  îtîraz kir jî gefê li min xwarin û gotin ku em ê di derheqê we de zabitnameyê bigrin.Min jî ji wan re got ku, min tu tişt nekiriye û min yekî ji we jî nedaye.A niha nehiştin ez mêrê xwe bibînim û di ser de 3 meh cezaya nedîtinê dan min.Ez him dê û bav him hevser û jin im.Ji bilî min tu ziyaretvanên mêrê min nîne.Ev 2 meh e dê û bavê mêrê min ji ber ku nexweş in nikarin bên ziyareta lawên xwe.A niha jî ji min re qedexe kirin.”

Di van heyamên  dawî de li cûrbecûr girtîgehên li Tirkiyê îhlalên heqan ên bi vî awayî pêk tên û ev îhlal derdikevin holê.Lê belê hêj nayê zanîn Wezareta Edaletê di derbarê van geşedaniyan de lêpirsîn daye destpêkirin an na.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir