Li Sûrê xebatên restorasyona avahiyên dîrokî berdewam dikin
Li Sûrê xebatên restorasyonê yên 5 avahiyên dîrokî yên ku di pevçûnan de zirar dîtibûn berdewam dikin.
Her weke ku tê zanîn PKKyiyan li navçeya Sûra Diyarbekirê PKKyiyan barîkat danîbûn û çalan vedabûn.Piştî van kiryarên PKKê li navçê pevçûn derketibûn û ji ber van pevçûnan 11 avahiyên dîrokî zirar dîtibûn.Ji van avahiyên ku zirar dîtibûn xebatên rastorasyonê yên 5 avahiyên dîrokî berdewam dikin.
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy xebatên restorasyonê yên li Mizgefta Fatîh Paşayê li cihê wê vekolîn kir.Aksoy piştî ku li cihên camiyê yên ku tahrîb bûne û zirar dîne vekolî kir re di derbarê mijarê de daxuyanî da.
Aksoy di berdewama daxuyaniya ku da de destnîşan kir di pevçûnan de tevde 11 avahî zirar dîtine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber van bûyerên terorê yên ku li Sûrê pêk hatine 11 avahiyên me yên dîrokî zirar dîtine.Îro jî em li ber vê mizgefta me ya ku di wan pevçûnan de zirar dîtine sekinîne û em li vir in.Xebatên 11 avahiyên dîrokî yên ku di pevçûnana de zirar dîtîn digel xelasbûna pevçûnan dest pê kirin.Keşîf hatin kirin, îhale hatin vekirin û xebat dest pê kirin.”
Ji rexê din ve di derbarê avahiyên dîrokî yên ku di pevçûnana de zirar dîtine de ji teref Midûrtiya Herêma Weqfan ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin di pevçûnan de 9 jê mizgeft û 2 jî dêr tevde 11 avahiyên dîrokî zirar dîtin.Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de navê avahiyên ku zirar dîtine wiha hatin eşkerekirin: “Mizgefta Mezin a Diyarbekirê, Mizgefta Fatîh Paşa, Mizgefta Şêx Muttahhar , Mînareya Çar Ling, Mizgefta Arap Şêx , Mizgefta Kadi , Mizgefta Hasirli, Mizgefta Nasuh Paşa , Dêra Ermenî Katolik,Dêra Protestan.”(ÎLKHA)