• DOLAR 32.556
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2443.149
  • ...
Dikandarên Nisêbînê hewil didin birînên xwe bipêçin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 14ê Adarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û ev qedexe heta 5 mehan berdewam kir.Dikandarên ku di vê pêvajoya qedexê de dikanên wan ji ber pevçûnan zirar dîtin hewil didin birînên xwe bipêçin.

Ji dikandarên navçê Ekrem Çîçek di derbarê mijarê de destnîşan kir divê xelkê Nisêbînê ji van tiştên ku pêk hatine dersê bigrin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi destpêka bûyeran em mecbûr man ku navçê biterikînin û li Midyadê bi cî bibin.Ger ku em li navçê mabana ew ê psîkolojiya zarokan xira bûbana.Ji ber ku min nexwest zarokên min ji van tiştên ku pêk hatine re bibin şahid, min wan ji vê derê bir.Piştî vê pêvajoyê em cardin hatin Nisêbînê.Malên me û dikanên me xira bûbûn.Me ji xwe re xanî bikirê kir. Mexdûriyeta me li ber çavan e, ne hewceyê gotinê ye. Berê xaniyê min hebû, lê ez a niha bûm kirêdar.Me gelek zehmetî kişand.Xwediyê vî milletî nîne.Tu kes li me xwedî dernayê.Deynên me yên qerta qirediyê ketine ser hev.Em nikarin deynên xwe bidin.Em ji dewletê alîkariyê teleb dikin. Kî ji vê yekê re bûbe sebeb Xweda ji wan re nehêle.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir