Li Bexdayê teqîn: 10 mirî 40 birîndar
Li Baxdaya paytexta Iraqê di êrîşa bombayî ya ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin de 10 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesî jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîşa bombeyî li otoparka nexweşxaneyekê pêk hat.Hat hînbûn rewşa hinek kesên birîndar giran e.
Piştî êrîşê têketin û derketina cihê êrîşê hatin astengkirin.(ÎLKHA)