• DOLAR 32.208
  • EURO 34.793
  • ALTIN 2430.654
  • ...
Selahaddîn Uruk li ser qebra xwe hat bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Selahaddîn Urukê ku ji pêşewayên Cemaeta Hîzbullah bû, di sala 2001an de di serdegirtina ku hatibû kirin de hatibû qetilkirin di salvegera 15emîn a şehadeta xwe de li ber serê qebra xwe ji teref hezkirî û naskirîyên xwe ve hat bibîranîn.

Serokê Arîkarê Giştî yê HUDA PARê Mihemed Bahaddîn Temel di bernameya bîranînê de axavtinek kir. Temel di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew ji ber salvegera şehadeta Selahaddîn Uruk li vê derê  civiyane û balan kişande li ser zilmên ku di 28ê Sibatê de li Mislimanan hatine kirin.

“Di 28ê Sibatê de ji bona Mislimanan ferman hatibû rakirin”

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev birayên me li ba Xweda ew qas ezîz û bi qiymet bûn ku Xweda wê daxwaza şehadetê ya di dilê wan de  kire nesîbê wan û wiha pê de çû: “Şehadeta birayên me ji bo wan kesên li pey wan man, bû huzn û şîn.Lê belê wanan dozên xwe bi şeref û bi izzet û bi şikleke serbilind domandin û jiyana xwe bi şehadetê xemilandin.Ew di heyamên gelekî tarî de bûn.Ew 28ê Sibatê digel temamê tarîtiya xwe li heremê berdewam dikir.Wê demê fermana Mislimanan hatibû rakirin.Li kû derê qîz û xortekî Misliman hatibana dîtin fermana wan bû.Lewra ji bo Mislimanan ferman hatibû rakirin.Ew zalimên Kemalîst wan dişopandin, temamê hêzên xwe derdixistin meydanê û bi ser Mislimanan de diçûn.Di wê heyama tarî de jî, ev birayên me yên ezîz weke şêran meşa xwe domandin.”

 “Ew ezîzên me ne di nav me de ne, lê belê doza wan di nav me de ye”

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew bîranînên rabirdûyê bi gotinê xelas nabin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku em xatiratên van ezîzan yek bi yek bînin ziman roj têra me nakin.Ewan heta 40-50î saliya emrê xwe bi xizmetê xemilandin. Êdî ev ezîzên me ne di nav me de ne, lê belê doza wan di nav me de ye.Ev doz û da’wa ji ber ku ew qas mezin e ku ev ezîz di vê rêyê de feda bûn.”

Temel di berdewama axavtina xwe de de nexasim bang li xort û ciwanan kir û wiha axivî: “Dema ku ev ezîz çûn, doza xwe ji me re hiştin.Nexasim bila xortên Çiyayê Mazî qiymeta vê yekê bizanibin.Ev qiymeteke bihaye.Ji ber vê yekê pêwîst e  em li vê dozê xwedî derkevin.Ez bawer dikim, ger ku em doza wan bidin meşandin dê bi  sedan Selahaddîn, Xatip û Abdulwehab derkevin.”

“Ji Misliman re rûniştin heram e”

piştî axavtina Temelî, Yusuf Tutak jî di derbarê mijara şehadet û şehîdiyê de axavtinek kir.Tutak di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir şehadet bi qasî dîroka însanetîyê kevnar e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehadet têgihekê wiha ye ku ji Habîlê kurê Hz. Adem dest pê kiriye û dê heta qiyametê berdewam bike.Gelek pêxember û mêrxas ji bona doza Xwedê bibin pêşdetir di vê rêyê de şehîd bûn û gihaştine Rebbê xwe.Em zen dikin qey ev tablo di dîrokê de mane.Feqet di esra 21emîn de, ji Kurdistanê mêrxasin derketin û gotin ‘Êm ê xwe berdin kolan û meydanan, em ê ji bo Xwedê nerawestin.’ Wanan digotin ‘ Ji Misliman re rûniştin  herem e’ û  nerûniştin.Em şahid in. Ew heta dawiya emrê xwe nerûniştin.Bi izzet û bi şeref mucadele kirin û di nihayetê de jiyana xwe bi şehadet xemilandin.”

Bername bi kirina diayê bi dawî bû.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir