Li Îzmîrê 40 polês hatin girtin
Li Îzmîrê di bergeha lêpirsîna FETOyê de 40 bersûcên ku di nav wan de polêsên payedar jî hene hatin girtin.
Di bergeha hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de li Îzmîrê dijî FETO operaston hatin lidarxistin. Di encama operasyonê de 40 bersûcên ku di nav wan de polêsên payedar jî hene hatin girtin.
Hat ragihandin ku di bergeha hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de ji 95 mensûbên ewlehiyê 41 wê piştî miemeleyê wan sewqê mehkemeya nobetdar kirine.
Di derbarê 40 polêsan de biryar hat dayîn ku ev polês werin girtin. (ÎLKHA)