Divê YPG derbasî rojhilatê Firatê bibe, hekane em ê tiştê pêwîst bikin
Serokê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di derbarê armanca operasyona ku li Cerablûsê tê kirin de diyar kir armanca operasyonê ji bakur paqijkirina DAIŞê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê YPG derbasî rojhilatê Firatê bibe, hekane em ê tiştê pêwîst bikin."
Çavuşoglu di daxuyaniya ku da de di derbarê operasyona Mertala Firatê de wiha destnîşan kir: “Armanca me ya operasyonê ji bakur paqijkirina DAIŞê ye.Me hêj di serî de plana vê yekê bi Emrîka re kir.A niha em mucadeleya xwe didimînin.Tankên me a niha tiştên ku pêwîst in dikin.Em her wiha bi koalîsyonê re jî dixebitin.”
Divê YPG derbasî rojhilatê Firatê bibe, hekane em ê tiştê pêwîst bikin
Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de di derbarê hebûna YPGê ya li rojavaya Firatê de wiha axivî: “Armanca operasyonê DAIŞ e.Lê min hê fêm nekiriye Salîh Muslum çima ji operasyonê aciz dibe.Berpirsiyarên êrîşên herî dawî yên li Enqerê ji qampên PYDê hatin. Divê YPG derbasî rojhilatê Firatê bibe, hekane em ê tiştê pêwîst bikin.”(ÎLKHA)