• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Em dixwazin ku qada molozan a li taxa me bibe qada şînayiyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Taxa 19 Mayisê ya girêdayê Êlihê diyar kirin ku ew dixwazin qada molozan a li taxa wan bikin qada şînayiyê. Her wiha nişteciyan diyar kirin ku ji teref şaredariyê ve ji bo taxê xizmet nayê kirin.  

Ji nişteciyên taxê Vedat Yavuz ji ber ku qada futbolê ya kevin a Lîseya Anadolê ya Yahya Kemal Beyatli piştî ku hatiye xirakirin moloz rijandine wir bertek nîşan da. Yavuz diyar kir pêwîst e ku rêvebir vî qadê bikin qada şînayiyê.  

Yavuz ji ber ku li taxê qadên şînahiyê kêm in gazinan kir û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qada ku em hêvîdar bûn bibe qada şînahiyê berê wek qada topê dihat emilandin. Niha wek qada molozan tê bikaranîn. Dibistan vira terk kir û vala hêşt. Ev qada vala li ber şîpaneka me ye. Ji sibê heta êvarê zarok di nav vî qada qirêj de ne.”

Yavuz bi taybet bal kişand ku xwendekar di nav moloz û qirşan de dilîzin. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Baş nîne ku zarok ji sibe heta êvarê di nav molozan de dilîzin. Şaredarî salê carek ji bo paqijiyê karker dişîne. Zarokên me û xwendekar di nav kolanên qirêj de dizivirin. Em dixwazin ku rêvebir vî yekê paqij bikin. Bi taybet em dixwazin ku şaredarî ji bo paqijiya vî derê karker bişîne vir.”

Davut Şahîn diyar kir ku ew dixwazin ku li taxa wan parq were sazkirin. Dûvre Şahîn wiha axivî: “Wekê ku hûn dibînin ev qirêjahî di nav çavê me de ye. Şirketên hefriyetê ji bo ku erzan bînin van molozan dirêjin dera herî nêzik. Li Taxa 19 Mayisê qada şînahiyê tune. Ev qad vala ye û ya dewletê ye. Em dixwazin ku Dewlet vî qadê bide şixulandin. Em dixwazin ku vî qadê bizivirînin qada şînahiyê.”

Musa Yalçinê ji nişteciyê taxê jî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin ku qada ji molozan dagirtiye were paqijkirin û bibe qada şînahiyê. Ev der din av qirêjahiyê de ye. Derekî tune ku zarokên me bilîzin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir