• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Esnafê ku ji her du êrîşên bombeyî sax xelas bûye ji ÎLKHAyê re axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Masum Yarbayê ku dema ji Mêrdînê dihat Diyarbekirê dûçarê êrîşa bombeyî ya ku li Îstasyona Teftîşkirina Trafîka Herêmê hat kirin bû. Yarba ji ÎLKHAyê re qala wî dema teqîn kir.

Yarbayê ku ji êrîşa li navçeya Midyada Mêrdînê bê birîn xilas bûbû ji êrîşa ku li Diyarbekirê hat lidarxistin jî wek birindar xilas bû. Yarba wiha qala dema teqînê kir: “Ez ji Mêrdînê bi wesayîtê dihatim Diyarbekirê. Ji Sêrêya Diyarbekir-Bismîl-Çinarê re kîlomêtrekî nîv mabû me dengê çekan bihîst. Kesên di minîbusê de ji bo ku berik îsabetê wesayîtê neke ji ajovan xwestin ku wesayît were sekinandin. Ajovan got li wî dera ku deng tê xebatên rê heye. Ev deng ji wir tên. Pirsgirêk tune. Dûvre ajotinê domand. Em di wesayîtê de 7 kes hebûn. Zarok jî hebûn. zarok digirîna. Ji xaçerêyê re 400 mêtre mabû dengê teqînê hat. Perçekî mezin ji ber teqînê îsabetê wesayîtê kir. Dûvre wesayîta ku em tê de bûn teqle avêt. Em jî wek birîndar ji bûyerê xilas bûn.”

 “Gelek wesayît xisarê dîtibûn, hinek kes di wesayîtê de şidiyabûn, kesên ku dest û milên wan jê bûbû hebûn”

Yarba wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dûvre em ji wesayîtê derketin. Hawîrdora me hemû ax û xwelî bû. Gelek wesayît xisarê dîtibûn, hinek kes di wesayîtê de şidiyabûn, kesên ku dest û milên wan jê bûbû hebûn. Her der bûbû xwîn. Min 2 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn û yekî yê ku serê wî perçe bûbû dît. Ji xwe min nezaniya ku ez birîndar im. Ez revîn alîkariya birîndaran. Piştî ku min alîkariya birîndaran kir êş ket destê min. Dûvre hindik mabû ku ex ji xwe de biçim. Ji ber ku birîndarên xedar hebûn ambulans min hilnegirt. Dûvre wesayîtekê xisûsî min bir nexweşxanê. Piştî ku min tedawî kirin min tabûrcî kirin.”

Yarbayê ku ji êrîşa bombeyî ya ku li navçeya Midyada Mêrdînê di meha hezîranê de bê birîn xilas bûbû wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema teqîna li navçeya Midyada Mêrdînê ez ji mal derketibûm diçûm serê kar. Dema ku ez nêzî kargeha xwe bûm êrîşa bombeyî hat lidarxistin. Ji ber tûndiya teqînê ez ketim xwarê. Ji ber vî yekê hêj jî pişta min dêşê.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir