• DOLAR 32.569
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2440.517
  • ...
 "Pêwîst e ku em dijî êrîşên PKKê dengê xwe bilind bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xizmên kesên ku jiyana xwe di êrîşa ku li Diyarbekirê li Amîrtiya Îstasyona Teftîşkirina Herêmê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan yên birîndar bûbûn ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan destnîşan kirin pêwîst e ku ew dijî êrîşên PKKê dengê xwe bilind bikin.

Xizmên 7 kesên ku jiyana xwe di êrîşa li Diyarbekirê hat lidarxistin de ji dest dan û yên 45 kesên ku birîndar bûbûn li ber nexweşxanê biecîn. Ji Xizmên birîndaran Selîm Duzgunê xalê Muhammed Bugum destnîşan kir ku ew vî êrîşa hanê ya wehşiyane şermezar dikin û her wiha wan ragihandin ku ev êrîş şeytanî ye.

Duzgun wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwarziyê min birîndar e. Dema ku me xeberê bihîst em hatin nexweşxaneyê. Em hemî li vî welatê dijîn. Em van êrîşan şermezar dikin. Loma di encama van êrîşan de kesên ku dimirin û birîndar dibin xizmên me ne. Ev planek şeytanî bê exlaq û bê wîjdanî ye. Divê ku dawî liv î şerê qirêj were. Lewra dê ev şerên qirêj bibin sedema envamên xedar û giran.”

Di êrîşa ku hatibû kirin de kesa bi navê Herdem Çetîner a ku ji vegera ziyareta mêrê xwe vedigeriya jî ji rûyê xwe birîndar bûbû. Ayetullah Karadenîzê ku birayê Herdem Çetîner bû jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em li Êlihê bûn. Dema ku me xeberê bihîst em demildest hatin vir. Em bi tu wechê heqê xwe ji van kesên ku êrîşê lidarxistine re helal nakin. Dê em bi tu şiklê serê xwe li ber van kafiran netewînin. Înşaellah dê em em heta mirinê tekoşîna xwe ya bi van kesan re bidomînin.”

 “Ev êrîş li gelê siwîl hatiye kirin û gel wek hedef girtiye”

Karadenîz bal kişand ku ev êrîş li gelê siwîl hatiye kirin. Dûvre Karadenîz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku xuşka min çuye dîtina zavayê min teqîn pêk hatiye. Divê ku gel vî yekê bizanibe. Ev bes êrîşekî ya ku li hatiye lidarxistin nîne. Ev li hemî gelê siwîl hatiye kirin û gel wek hedef girtiye.”

 “Ji bo berjewendiyên xwe zilamên xwe bi xwe jî dikujin”

Mehmet Çetînerê tiyê Herdem Çetînerî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî bes e. Heta ku derê. Ev qet nabêjin ev qas însan mirin. Ji bo berjewendiyên xwe zilamên xwe bi xwe jî dikujin. Bes e. Êdî bizanin ku ev çawa ne. Yahûdî jî vî yekê nakin. Ruyê birajina min perçe bûye. Çena wê şikestiye. Berpirsyarê vî yekê rêxistin e. Ev yek dema ku jinbira min ji dîtinê dageraye çêbûye.”

 “Piştî ku teşebusa derbeyê pêk nehat hewl didin ku bi vî şiklê gel dejenere bikin”

Serokê Damezrenêrê Komeleya Îzolê Hasan Dogan diyar ku ku fayda vî yekê ne ji gelê Tirk û ne jî ji gelê Kurd re heye. Dûvre Dogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek Kurd û endamê êla Îzolê tu wext min van êrîş û çalakiyên ku tên lidarxistin tesdîk nekiriye û fayda vî yekê ne ji gelê Tirk û ne jî ji gelê Kurd re heye. Piştî ku teşebusa derbeyê pêk nehat hewl didin ku bi vî şiklê gel dejenere bikin.”Her wiha Dogan destnîşan kir pêwîst e ku STK ji bo ku gel derkevin qad û kolanan bangewazî bikin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir