Kesên ku di êrîşa bombeyî de birîndar bûbûn ji ÎLKHAyê re axivîn
Kesên ku li navçeya Qosera Mêrdînê di êrîşa bombeyî de birîndar bûbûn ji êrîşa ku hatiye kirin re bertek nîşan dan û destnîşan kirin tu kes ji nabaşiyê xêrê nediye.
Di êrîşa ku ji teref PKKyiyan ve bi wesayîta bombebarkirî li navçeya Qosera Mêrdînê hatibû kirin de 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 52 kes jî birîndar bûbûn. Xelkê navçê piştî êrîşê hewil dide birînên xwe bipêçe.
“Ji neqenciyê tu kes xêrê nabîne”
Xelîl Erdoganogluyê ku di êrîşê de birîndar bûbû di derbarê mijarê de destnîşan kir ji neqenciyê tu kes xêrê nediye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez û malbata xwe digel hev li malê me televizyon temaşa dikir.Ji nişka ve teqîn pêk hat.Cam, dîwar û şibaka tevde li ser me de hatin xwarê.Ez ji ser û pişta xwe birîndar bûm û xanima min jî birîndar bû.Gelo Xweda Teala însanan afirand da ku zirarê bidin hev?Ev însan ji dêla ku bi xweşikayî li hev bikin çima bi vî awayî dikin?Ji neqenciyê kî xêr diye?”
“Min ji ber tirsa canê xwe rahişte neviyê xwe û min xwe avêt derve”
Kesa bi navê Tulîn Erdoganoglu jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez li malê li ser kanepê dirêjkirî bûm.Ji nişka ve teqîn pêk hat.Min têhna agir hîs kir.Por û qemçika min şewitî.Hemû der bû repireş.Min neviyê xwe girt û min ji tirsa canê xwe, xwe avêt derve.Dû re polês me anîn nexweşxanê.”
“Dema ku ez li rawestgehê bûm teqîn pêk hat”
Serhat Kalkanê ku di dema teqînê de li rawestgeha nexweşxanê disekinî jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez ji bo kontrolê hatibûm nexweşxanê.Min karê xwe qedand û ji bo ku ez biçim malê li rawestegehê disekinîm.Wê gavê teqîn pêk hat.Ez bi perçeyên şarapnalê birîndar bûm.Kekê min û pismamê min, min birin nexweşxanê.”(ÎLKHA)