• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Gundiyan ji ber tunebûna avê ji şaredariyê re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîştecihên gundê Babicewza Artukluya Mêrdînê ya ku tenê 4 kîlometre ji Mêrdînê dûr e destnîşan kirin ev bû 3 meh avên gundê wan nayê berdan  û ji şaredariya DBPyî re bertek nîşan dan.Rayedarên şarederiyê jî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku gundî abonetiya xwe çênekirine avên wan nayê berdan.Gundîyan di derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku ew gundparêz in û raya xwe neda HDPê ji gundê wan re tu xizmet nayê kirin, divê kesên rayedar mudaxeleyî rewşê bikin.

 “Ev bû 3 meh ku em zehmetiya avê dikşînin”

Alî Çakanê ku ji nîştecihên gundê Babicewzê ye di derbarê mijarê de diyar kir ew carinan ji bo destnimêjê nikarin avê peyde bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê ava me diherikî, lê ev bû 3 meh ku qet ava me nayê.Li wan derên din mişkîle nîne tenê li gundê me ev zehmetî heye.Em tenê 4 kîlometre ji Mêrdînê dûr in û ava nîne.Lê em perîşan bûne.Xwestekeke me tenê heye ku ew jî çareserkirina pirsgirêka avê ye.Em avê bi tankeran dikşînin.”

“Serokomar me teslîmî DBPê kir”

Kesê binavê Bedirxan Balta jî di derbarê mijarê de destnîşan kir pirsgirêkên wan ên ewil av û rê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê ava me dihat , lê ev bû çend meh ku nayê.Qaşo ew ê rêyên me çêkiribana, lê rêya ku hebû jî xera kirin.A niha tu kes nikare herê û were.Ev yek ne xema tu kesî ye.Sedema vê yekê gundparêzbûna me ye, ya duduwan jî ra nedayîna me ji HDPê re ye.Bila Serokomarê me sax be, me teslîmî DBPê kir û çû.Piştî ku DBP şaredarî qezenc kir re zehmetiya ku em ê kişandibana dê ev bana.Ava me û ceyrana me nîne…”

 “Haya walî jî AK Partî jî ji vê heye, lê…”

Kesê bi navê Xeyredîn Çakan jî diyar kir ew ji ber tunebûna avê, ew bi tankeran avê dikşînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em tenê 4 kîlometre ji bajêr dûr in ku ev tiştê kirine pir şerm û fêdî ye.Ji ber ku me raya xwe neda HDP/DBPê xizmetê ji me re nakin.Ev yek tê eqlê me.Haya walî û AK Partiyê jî ji vê heye, lê tiştekî nakin.”

Di derbarê mijarê de me bi rayedarên şaredariyê re axivî. Rayedarên MARSUyê yên ku me meselê bi wan re axivî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew her çiqas gundîyan hişyar kiribin jî abonetiya xwe ya avê çênekirine.

Xelkê heremê van pêlên dawî ji ber ku DEDAŞ û Şaredarî bikaranîna ceyran û ava qeçax ji xwe re dikin hincet û xizmetê nadin re bertek nîşan dabû.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir