• DOLAR 32.599
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2453.035
  • ...
Hosteyên textînan dijî teknolojiyê berxwe dide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hosteyên ku çendîn sal e ku bi karê darîn û textînê mijûl dibin hewl didin ku karê xwe ya hatiye jibîrkirin ji nû ve bidin jiyandin. Hosteyên textînan ên ku li Bursayê di atolyeyên xwe de gelek berheman saz dikin dijî nûjen û madeyên plastîk berxwe didin.

Alî Kîreçtepeyê ku 40 sal e vî karê dike wiha axivî. “Dema ku min dest bi vî kerê kir ez biçûk bûm. Ez bî karê ji bavê xwe, bavê min jî ji bapîrê min hîn bûye. Karê me zehmet e. Lê ji ber ku karê bav û kalê me ye em nikarin dev jê berdin.”

 “Em ditirsin ku ev kar werin jibîrkirin”

Kîreçtepe diyar kir ku textîn ji Hz Adem pê ve hatiye bikaranîn. Dûvre Kîreştepe wiha li axavtina xwe zêde kir: “Textîn li her der û her atolyê tê emilandin. Îro ji ber ku bihayê wî zêde ye gel madeyên plastîkê tercîh dike. Gel ji berî zêdetir bi vî yekê re eleqeder dibin. Mixabin di rojaneya me de hosteyên vî karê nagihêjin. Ji ber vî yekê em pir zehmet dikêşin û em ditirsin ku ev kar werin jibîrkirin.”

Ji hosteyan Faruk Gunduz diyar kir ku ew dema ku zarok biye dest bi vî karê kiriye. Dûvre Gunduz wiha ragihand: “Piştî ku însanan fêm kir zirarê hesin û madeyên plastîkê heye zêdetir textînê tercîh kirine. Textîn ji bo metabolîzmaya însanan pir baş e. Ehşab û textîn ji bo tendirustiyê pir girîng e.”

Hosteyekî din a bi navê Îrfan Malyarê jî destnîşan kir ku îro roj kes qedr û qîmeta hunerên destkariyê nizane. Dûvre Malyar wiha belav kir: “Mixabin bes maliyeta textînê tê hesêbkirin. Em karekî di nabeyna 3-4 rojan de pêk tînin. Keda destî ya vî kerê qet nayê hesêbkirin. Ji ber makîne û madeyên plastîk bihayê textînê ket. Heta ev hebin ez guman nakim ku dê bihayê textînê zêde bibe. Tabî hinek sedemên din jî hene. Mesela em nikarin darên baş bibînin. Darên kevin tune.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir